Serdana Baydemîr a li Ermenîstanê dewam dike
Serdana Baydemîr a li Ermenîstanê dewam dike
Serdana Baydemîr a li Ermenîstanê dewam dike
Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amed Osman Baydemîr û heyeta pê re, li herêma Elegez û gundên derdora wê yên Ermenîstanê, Kurdistanî ziyaret kir.
Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û heyeta pê re, ku ser vexwendina Kongreya Neteweyî ya Rojava ya Ermenîstanê hat Ermenîstanê, serdanên xwe dewam dike.
Di roja duyemîn a serdanê de Baydemîr û heyeta pê re, li gel Seroka Komîteya Kurdistanê Jiyan Qadir, parlamenterê Ermenî Aragast Axoyan û hejmarek ji Kurdistaniyan, muze û peykerê bîrdariya qirkirina Ermeniyan a 1915'an a li Erîwanê ziyaret kir. Serdan, ji aliyê çapemeniya Ermenîstanê ve jî bi eleqeyeke mezin hat şopandin.
Heyetê dûre daxuyaniyek da çapemeniyê. Şaredarê berê yê Amedê Baydemîr di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser qirkirina Ermeniyan a 1915'an, komkujiyên ji 1925 heta 1937 Dêrsim û Helepçeyê bi serê Kurdan de hatiye û êrîşên bi vê armancê di roja îro de li Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê li dijî gelê Kurd tên kirin destnîşan kir. Baydemîr di dewama axaftina xwe de got, "Li ser vê erdnîgariya Mezopotamyayê, Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî hemû gel bi hev re li nava gund û bajaran jiyane. Lê belê kengî nêrînên şovenîst û netewe dewlet derketin pêş, wê demê komkujî, kuştin, şer û koçberiyê destpê kir. Em niha hewl didin jiyana bi hev re ya gelan biparêzin. Em pêşerojeke zelal û ronî diafirînin. Pêşerojeke ku em bi hev re bijîn."
HERÊMA ELEGEZ Û 11 GUNDÊN KURDAN HATIN ZIYARETKIRIN
Heyeta Baydemîr, dûre derbasî herêma Elegezê bû û 11 gundên Kurdan ziyaret kir. Baydemîr û heyeta pê re ji aliyê Kurdên li vê herêmê ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Li gundekî Elegezê zarokan jî bi kulîlk û strana "Welatê me Kurdistan" heyet pêşwazî kir.
Di roja sêyemîn de jî heyet, ji bo beşdarî konferansek li zanîngeha mezin a Erîwanê bibe berê xwe da paytextê û li vir ji aliyê Dekan ve hat pêşwazîkirin. Baydemîr di axaftina xwe ya li konferansê de der barê kar û xebatên şaredariyê de agahî da û li ser têkiliyên Kurd û Ermeniyan rawestiya.