Şer hejmara astengdaran zêde dike

Şer hejmara astengdaran zêde dike

KCD'ê bi wesîleya 3'ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê civîneke çapemeniyê lidar xist. Endamê Meclîsa Astengdaran a KCD'ê Kadrî Topdemîr da xuyakirin, ku ji ber şerê li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi taybetî ji ber şer û teqîna mayînên li Rojava, Şengal û Filistînê, hejmara astendaran zêde dibe.

Di civîna çapemeniyê ya li Midûriyeta Şaxê Astengdaran a Qanda Jiyana Hevpar a Sumerparkê de, nûnerên Meclîsa Astengdaran a Amedê, komeleyên astengdaran ên li Amedê dixebitin, xebatkarên Midûriyeta Şaxê Astengdaran a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin û astengdar amade bûn.

Li ser navê astendaran endamê Meclîsa Astengdaran a KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) Kadrî Topdemîr daxuyanî da û bibîr xist ku 3'ê Kanûnê di sala 1992'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Astengdaran a Cîhanê hatiye ragihandin.

Topdemîr diyar kir ku, ji sedî 13 ê nifûsa erdnîgariya Tirkiyeyê, yanî 9 mîlyon mirov astengdar in û got, "Li bajarê me, ku dezavantaja civakî gelekî bilind e jî, nêzî 150 hezar astengdar hene. Ev mirov, ji ber pirsgirêkên aborî, civakî, perwerde û ragihandinê, di nava şert û mercên zehmet de dijîn."

'ASTENGDARÎ BI TENÊ ROJEK NÎNE...'

Topdemîr da xuyakirin ku ew ê bi hin çalakiyan re hewl bidin dengê xwe bidin bihîstin û ji bo nîşan bidink ku nedîtin û ne bihîstin ne rojek bi tenê ye, ew ê d 3'ê Kanûnê de çalakiyan lidar bixin.

Topdemîr da zanîn ku ji ber şer û teqîna mayînan ên li erdnîgariya Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Rojava, Şengal û Filistînê, hejmara mirovên tevlî karwana astengdaran dibe roj bi roj zêde dibe û got, "Bandora herî mezin û neyînî ya şer, di nava jiyanê de li astengdaran dibe."

Topdemîr ragihand ku ji ber sedemên bajarvanî, mîmarî, ragihandin û sedemên din ên bajar û welatê ew lê dijîn, pirsgirêkên wan hînê dewam dikin û got, "Tevî ku astengdar dînamîkeke cidî ya civakê ye jî, pirsgirêkên ew dijîn ên ji ber nêrîna neyînî ya li wan derdikevin holê, bi tenê weke pirsgirêka komeke biçûk tê dîtin. Ji ber vê yekê, ji aliyê çareseriyê ve gavên pêwîst nayên avêtin. Lewma encamên wê bi awayekî erênî li civakê nabe."

'GIŞTÎNAME Û RÊVEBERNAMEYAN PIRSGIRÊK ÇARESER NEKIRIN'

Topdemîr anî ziman ku giştîname û rêvebernameyên heta niha ji aliyê hikûmetan ve hatine derxistin, pirsgirêk çareser nekirine û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê astengdar li gorî pîvanên cihêkariya pozîtîf werin nirxandin, di qadê siyasî, çandî, aborî û kar de werin bicihkirin.

'DIVÊ WEZARETA ASTENGDARAN WERE AVAKIRIN'

Topdemîr diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li astengdariyê, şopandina mafên astengdaran, eleqedayîn û çareseriya pirsgirêkên astengdaran pêwîste Wezareta Astengdaran bê avakirin û got, "Eger nifûsa astendaran li ber çavan were girtin, avakirina Wezareta Astengdaran a li gorî feraseta rêbazeke profesyonel, wê rê li ber rewşeke cuda veke."

Topdemîr di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê feraseta xebatê ya heta niha rêveberiyên herêmî meşandine bê terikandin û xwest, astengdar bi awayekî çalak tevlî xebatên rêveberiyên herêmî werin kirin.