Bi navê UNISON'ê Sekreterê Giştî Dave Prentîs ji Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson re nameyeke vekirî şand û dilgiraniya xwe ya ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê anî ziman.
KRÎZA MIROVÎ WÊ GIRANTIR BIBE!
Di nameya UNISON de hate bibîrxistin ku bi milyonan mirov ji Sûriyê reviyan û bi milyonan mirov jî di nava welatê xwe de bûne penaber. Di nameyê de bal hate kişandin ser wê yekê ku li Efrînê gelek Kurd dijîn û bi sedhezaran penaberên ji bajarên cur be cur ên Sûriyeyê ji ber şer reviyan û xwe li Efrînê girtine. Hate hişyarkirin ku êrîşên Tirkiyê û çeteyan wan wê krîza mirovî girantir bike.
UNISON'ê bibîr xist ku piştî agirbesta di navbera hikumeta Tirkiyeyê û PKK'ê de ya Tîrmeha 2015'an bi dawî bû, ji bajaran gelek mirov koçber bûn û bi hezaran Kurdan jiyana xwe ji dest dan. Di nameyê de hate diyarkirin ku wer xuya ye êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê wê şerê li Bakurê Kurdistanê berfireh bike û bi operasyonê him li Tirkiyeyê him jî li Sûriyeyê heviyên aştiyê têne tinekirin.
BILA DESTÛR NEYÊ DAYIN KU ÇEK LI DIJÎ KURDAN BÊN BIKARANÎN
Di nameyê de hat xwestin ku Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê bi lezgînî bikeve dewrê ji bo êrîşên li ser Efrînê û herêmên din ên Kurdan bên sekinandin. Her wiha di nameyê de ji hikumeta Brîtanyayê hat xwestin ku firotina çekan a ji Tirkiyê re di cih de bisekinîne û ji bo çekên ku heta îro hatine firotin li dijî Kurdan neyên bikar anîn têkeve nava hewldanan.
UNISON li welatên ku Brîtanyaya Mezin, Îngilîstanê nûneriya 1,3 milyon karmend û kedkarên li qada cemaweriyê dike.