BI DÎMEN

Şehîdên Helebçe û Qamişloyê li Viyana û Munchenê hatin bîranîn

Şehîdên komkujiyên Helebçe û Qamişloyê li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Elmanya Munchenê hatin bîranîn.

Di çalakiyan de bal hat kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên hikûmeta AKP li Kurdistanê dimeşîne.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo bîranîna şehîdên Helebçe û Qamişloyê, mîtîngek li ber avahiya Parlamentê hat lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên mirovên di her du komkujiyan de hatin qetilkirin û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin hildan. Qisekeran dan xuyakirin, ku zîhniyeta li Helebçe û Qamişloyê komkujî kir îro bi navê AKP'ê li Kurdistanê heman tiştî dike.

Bi heman armancê, li bajarê Elmanya Munchenê jî mîtîngek hat lidarxistin. Di Mîtîngê de şehîdên Koçgirî û Gazî jî hatin bîranîn. Li dû xwendina mesaja NAV-DEM'ê axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê didome. Qisekeran banga mezinkirina têkoşîna li dijî AKP'ê kirin.

...