Saziyên li Ewropayê: Bi ruhê Kobanê em ê xwedî li Efrînê derkevin

Nûnerên partî û saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî nerazîbûn nîşanî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê dan û ev bang kirin: "Bi ruhê Kobanê em xwedî li Efrînê derkevin û li qadan li dijî faşîzmê têbikoşin."

Nerazîbûna li dijî gef û êrîşên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî Efrînê zêde dibe. Nûnerên partî û saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê ji ANF'ê re axivîn û bang li her kesî kirin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê xwedî li Efrînê derkevin.

GURCAN: DEM DEMA BERXWEDANA BI RENGÊ KOBANÊ YE

Hevserokê Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) Suleyman Gurcan got, "Kurd li ku derê hebe, ev yek ji bo dewleta Tirk a faşîst sedemeke kuştinê, girtinê û tinekirinê ye. Di dîroka wan de dijminatiya li Kurdan heye. Dewleta Tirk a faşîst êrîşî Kurdan, komunîstan û Elewiyan dike. Ya girîng, helwesta li dijî van êrîşan e. Ji ber ku êrîşa dewleteke faşîst a mîna Tirkiyeyê normal e. Berê jî êrîşî Kobanê kir. Got, 'Kobanê li ber ketinê ye', lê berxwedana Kobanê her tişt serûbin kir. Niha jî dem dema berxwedana bi rengê Kobanê ye. Weke saziyên şoreşger, komunîst û welatparêz divê em li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi rengekî hevpar têbikoşin."

Gurcan ji bo hemû rêxistin, şoreşger, mirov û saziyên pêşverû re got, "Li dijî êrîşa li ser Efrînê dem dema têkoşîna hevpar e. Em zanin ku her tişt bi têkoşînê bi dest dikeve. Em ê faşîzmê di nava xwîna ku dirijîne de bifetisînin."

ARABACI: JÊ HEYE KU WÊ RAYA GIŞTÎ BI ŞER BIXAPE

Hevseroka Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) Şafak Arabaci da xuyakirin ku êrîşa li dijî Efrînê wê rê li ber êşên giran, barîna rondikan û mirina mirovan veke û destnîşan kir ku ev yek wê bibe gavek ku gelên Tirkiyeyê nêzî şerê navxweyî bike.

Arabaci diyar kir, AKP ji ber rewşa xwe ya tengav serî li hewldanên bi vî rengî dide û got," Jê heye ku wê raya giştî ya Tirkiyeyê bi şer bixapîne. Helwesta emperyalîstan ku hem ji aliyekî ve weke dijberên AKP'ê xwe nîşan didin, ji aliyê din ve jî şer sor dikin, nîşan dide ku demeke zehmet li ber me ye. Ji ber vê yekê em ji gelên xwe re dibêjin; çawa ku li Rojava, li Kobanê me ew têkoşîna mafdar parast û bi dayina berdêlên mezin em bi ser ket, heman tiştî divê em li Efrînê jî li dijî zîhniyeta ku dixwaze êrîşî gelê Kurd bike, nîşan bidin. Ji bo vê jî têkoşîn divê. Em bang li Kurdan, bindestan û hemû gelên li Ewropayê dikin ku têkiliya xwe xurt bikin û li dijî faşîzmê têkoşîna ji bo biratî û aştiyê geş bikin."

CENGÎZ: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM BERXWEDANA SIVÎL BIAFIRÎNIN

Nûnerê Partiya Çep Kesk Mehmet Cengîz ev hewldanên Erdogan tê wê wateyê ku Tirkiye bikeve nava şerekî navxweyî û got, "Em rast nabînin ku otonomiya Kurd a li Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ji xwe re bike bahane û dest lê werde. Lewma em dixwazin daxwazên demokratîk ên gelê Kurd werin qebûlkirin."

Cengîz bang li hemû hêzên azadîxwaz kir ku li dijî faşîzmê bi hev re tevbigerin û berxwedaneke sivîl biafirînin.

ATEŞ: EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU PIŞTGIRIYA EFRÎNÊ BIKIN

Berdevkê Ewropayê yê Partiya Şoreşger Huseyîn Ateş jî got, "Li Efrînê, kurd, Ereb û gelek gel dijîn. Ev şer wê were wateya şerekî navxweyî. Divê her kes li ber vê rabe. Eger Erdogan di vê êrîşê de bi ser bikeve, wê were wê wateyê ku dîktatoriya xwe garantî kiriye. Ji bo ev nefes lê bê çikandin divê em bi rengekî topyekûn bikevin nava tevgerê. Li Ewropayê ya jî li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em bang li her kesên li dijî zim û faşîzmê ne dikin ku piştgiriyê bidin Efrînê."

KOÇER: EM Ê NEHÊLIN KU DESTKETIYÊN ME TINE BIKIN

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (NAV-DEM) Tahîr Koçer diyar kir, ev êrîş tê wateya hewldana faşîzma AKP-MHP'ê ya ji bo tinekirina destketiyên Kurdan, tê wateya kuştina Kurdan.

Koçer got, "Dewleta Tirk li dijî Kurdan tifaqa mutabaqata milî ava kiriye. Li dijî vê jî divê Kurd tifaqa xw eya neteweyî ava bikin. Ew têkoşîna bi heybet a li Kobanê Erdogan têk bir, wê li Efrînê jî bê nîşandan. Ji ber ku Efrîn Kobanê ye, bajarê Kurdan e, roniya çavên Kurdan e, dilê Kurdan e. Gelê Kurd wê vê êrîşê qebûl neke. Ev rewş ji nêz ve Kurdên li Ewropayê eleqedard ike. Weke NAV--DEM'ê me hemû saziyên xwe xistin nava liv û tevgerê. Li gelek cihan dengê xwe bilind dikin. Çawa ku xwedî li Kobanê derket, em ê xwedî li Efrînê jî derkevin. Li dijî dîktator Erdoagn, li dijî AKP-MHP ên faşîst, wê têkoşîna gelê Kurd geş bibe."