BI DÎMEN

Taş: Divê em li hemû qadên jiyanê bi Kurdî biaxivin

Rêveberê MED-DER’ê Îbrahîm Xelîl Taş da zanîn ku polîtîkayên bişaftinê her ku diçe zêdetir dibin û got ku divê em li hemû qadên jiyanê bi Kurdî biaxivin.

ZIMANÊ KURDÎ

Lijneya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999’an de roja 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî” qebûl kir. Ji sala 2000’î ve ye her sal 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî” tê pîrozkirin. Her wiha UNESCO’yê sala 2008’an jî weke “Sala Zimanên Navneteweyî” îlan kir.  Heman saziyê di Adara 2013’yan de raporeke bi navê “Nexşeya zimanên di bin xetereyê de” weşand. Li gorî rapora berbehs li seranserê cîhanê nêzîkî ji sedî 40’ê 7 hezar zimanan yanî 2 hezar û 500 ziman bi talûkeya tunebûnê re rû bi ne. Ji salên 1950’î heta niha jî li seranserê cîhanê 230 ziman tune bûne. 18 zimanên ku li Tirkiyeyê tên axaftin jî bi talûkeya windabûnê re rû bi rû ne. Di nava van zimanan de diyalekta Kurdî, Kirmanckî jî cih digire. Rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandî ya Mezopotamyayê (MED-DER) Îbrahîm Xelîl Taş têkildarî polîtîkayên înkar û bişaftinê yên li ser Kurdî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku polîtîkayên bişaftinê bi zanebûnî berdewam dikin û got: “Divê êdî zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û pêşî li polîtîkayên bişaftinê were girtin. Berpirsiyariyeke mezin dikeve li ser milên malbatan. Divê malbat zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin û li gel zarokên xwe bi Kurdî biaxivin.”

‘ÊDÎ NE PÊKAN E KU ZIMANÊ KURDÎ WERE TUNEKIRIN’

Îbrahîm Xelîl Taş bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li ser çand û zimanê Kurdî yên ji avabûna Komara Tirkiyeyê û heta niha û wiha axivî: “Mixabin ku heta niha jî ev polîtîka neguherîne. Dema ku em li dewletên demokratîk dinêrin, em dibînin ku xwedî li çand û zimanên cuda derdikevin û wan diparêzin.  Dema ku em li Tirkiyeyê jî dinêrin, em dibînin ku heta niha tu derfet nedaye çand û zimanê Kurdî. Gelê Kurd bi derfetên xwe zimanê xwe parastiye û belav kiriye. Beriya ku Tirkiye ava bibe, li Anatolyayê bi deh hezaran ziman, gel û çandên cuda hebûn. Ev hemû ji ber polîtîkayên bişaftinê yên dewletê winda bûn. Gelê Kurd di vê mijarê de li ser piyan ma û zimanê xwe parast. Ji ber ku Kurdan zimanekî dewlemend heye û wêjeya devkî gelekî xurt e. Ji ber van yekan li hemberî hemû polîtîkayên bişaftinê zimanê Kurdî xwe tim parast. Îro jî çi dikin bila bikin êdî ne pêkan e ku vî zimanî tune bikin.  Ev ziman li ser piyên xwe ma û êdî tu kes nikare vî zimanî tune bike.”

DIVÊ ÊDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ

Taş da zanîn ku divê êdî zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bi vî awayî pêşî li polîtîkayên bişaftinê were girtin û ev tişt got: “Ger zimanê Kurdî xwediyê statuyekê be, wê demê dê pêş bikeve û mezintir bibe. Heta niha dewletê têkildarî vê yekê tu pêngav neavêtiye.”

DIVÊ GEL LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVE

Îbrahîm Xelîl Taş diyar kir ku ji bo belavbûna zimanê Kurdî divê li hemû qadên jiyanê were axaftin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev ziman ne zimanê partiyeke siyasî û saziyekê ye. Zimanê Kurdî zimanê gelê Kurd e. Divê gel li zimanê xwe xwedî derkeve; li hemû qadên jiyanê bi kar bîne. Bi Taybetî jî berpirsiyariyên mezin dikevin ser milên malbatan; divê zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin û li gel zarokên xwe bi Kurdî biaxivin. Divê em li hemû qadan bi zimanê xwe biaxivin. Divê hemû siyasetmedar û akademîsyenên me têkildarî vê mijarê li erka xwe rabin û xebatên xwe bi Kurdî bikin.  Zimanê me ji bo me gelekî girîng e. Ji bo parastina zimanê xwe divê em gelekî bixebitin.”