Sariyildiz: Divê Tirkiye dest ji hevkariya çeteyan berde

Sariyildiz: Divê Tirkiye dest ji hevkariya çeteyan berde

Parlementerê HDP'e yê Şirnexê Faysal Sariyildiz der barê destek û hevkariya Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re hişyarî da û destnîşan kir, ku divê AKP tavilê dest ji vê polîtîka û helwesta xwe berde.

Parlementerê HDP'e yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û pişgtiriya dewleta Tirkiyeyê dide çeteyan rawestiya. Sariyildiz diyar kir ku di bin van êrîşan û desteka Tirkiye dide çeteyan de tiştên awarte hene û anî ziman ku ev helwesta Tirkiye gelekî balkêş e. Sariyildiz êrîşa li dijî avahiya şaredariya Pirsûsê bibîr xist û got "Yên bi ser Şaredariyê de girtin baş zanin ku welatiyên ji Kobanê hatine lê dimînin. Li wir gelek jin û zarok hebûn. Dewleta Tirkiye bi van êrîşên dawiyê re teşhîr bû. Tirkiye li ser sûc hatiye zevtkirin. Tiştekî nayê pejirandin. Waliyê Rihayê jî li xwe mikur hatibû.

'ÇAWA ÇETE DIKEVE NAVA XAKA TE Û TU DENGÊ XWE NAKÎ?'

Sariyildiz der heqê êrîşa çeteyan di ser xaka Tirkiyeyê re li hemberî Kobanê de wiha axivî: "Çete dikevin nav xaka wan û derbasî Kobanê dibin. Di nava sîloyê genim jî êrîşî Kobanê dikin. Çawa çete dikevin nav xaka te û tu deng nakî? Min der barê van mijaran de pêşniyarpirs pêşkêşî meclîsê kir û xwest ev bê zelalkirin. Eger ev êrîşên namerdî neyên zelalkirin gelê me wê her tim li ser lingan be. Divê demildest agahî bên dayîn, gelên me bê tatmînkirin. Di wê teqînê de 2 mirovên sivîl hat qetilkirin û bi dehan avahî hat xerakirin. Ya herî sosret teqîn jê hêla Tirkiye ve pêk hat û li ber çavên leşkeran rû da. Heta niha têkilî û hevkariya DAIŞ'ê û Tirkiye bi gelek mînaka derketiye holê. 

'EV ÊRÎŞ BÊ EXLAQIYEKE MEZIN E'

Sariyildiz bi lêv kir ku bi rayedar û gelên Kobanê re jî axivî ye û anî ziman ku Kobaniyan jî anîne ziman ku ne li benda tiştekî bi vî rengî bûn. Sariyildiz destnîşan kir ku tu kesî texmîn ne dikirin ew maşîne bi bombeyan dagirtî ye. Sariyildiz destnîşan kir ku êrîşa mijara gotinê bê exlaqiyeke mezin e û got: "Em helwesta Tirkiye baş zanin. Tirkiye dixwaze bi vê serdegirtinê re sûc manîpule bike û rojevê biguherîne. Ya rast Tirkiye di van polîtîkayên dawî de têk çûye û Kobanê bi ser ketiye.

Sariyildiz hişyarî da û destnîşan kir ku divê AKP tavilê dest ji vê helwest û polîtîkaya xwe berde û anî ziman ku eger AKP dixwaze pêvajo bi awayekî baş bi encam bibe, divê êdî hevkariyê bi çeteyan re neke.