Sariyildiz: 24'ê Hezîranê em ê bersivê bidin bloka faşîst
Faysal Sariyildiz li Mîlanoyê tevlî civîna gel a li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê bû û got, di hilbijartinê de wê bersiva pêwîst ji bloka faşîst a AKP-MHP'ê re bê dayin.
Faysal Sariyildiz li Mîlanoyê tevlî civîna gel a li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê bû û got, di hilbijartinê de wê bersiva pêwîst ji bloka faşîst a AKP-MHP'ê re bê dayin.
Li Ewropayê karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dewam dikin. Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê civîna gel hate lidarxistin û parlamenterê HDP'yî Faysal Sariyildiz weke qiseker tevlî bû.
Civîn li saziya bi navê Arci Bellezzayê pêk hat û Sariyildiz pêvajoya siyasî nirxand. Sariyildiz bi bîr xist ku AKP'ê bi MHP'ê re eniyeke faşîst ava kiriye û bi komkujî û înkarkirina Kurdan re hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne.
Sariyildiz da xuyakirin ku Kurdan bi berxwedanê hemû êrîş pûç kirine û got, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê tevî şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyî bersiva pêwîst bidin.