Sancar: Heke em werin ba hev xerabî dikare ji holê rabe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi oldaran re civiya û got, “Heta ku edalet pêk neyê, başî jî pêk nayê.” Sancar diyar kir ku dawiya desthilatdariya AKP û MHP’ê hatiye û got, “Heke em werin ba hev, em dikarin xerabiyê ji holê rakin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di çarçoveya Bernameya Edaletê ya partiya xwe de bi oldarên Misilman re civiya. Beriya civînê Sancar ev daxuyanî da:

“Em dizanin ku welat di rewşeke xerab de ye. Lê başiya kesên li ser xeta başiyê û hewldana neterikandina başiyê hêviya me ya sereke ye. Em ji bo başî û qenciyê dixebitin. Gelek pênaseyên başiyê hene, yek ji van jî edalet e. Em di jiyana xwe de dizanin ku heta edalet pêk neyê wê başî jî pêk neyê. Lê em dizanin ji bo ku ev tişt di jiyana civakî de pêk were divê başî were rêxistinkirin.

DEVJÊBERDANA EDALETÊ DEVJÊBERDANA BAWERIYÊ YE

Di vê têkoşînê de rêbera me ya herî bi qîmet edalet e. Edalet jî tê wateya wekhevî û heqiyê. Li welatekî heke mirov ji heqê xwe bêpar bin li wê derê mirov nikare qala edaletê bike. Em dizanin ku Îslamiyet qîmeteke mezin dide edaletê. Di vî warî de rêberiya me ji bo me gelekî girîng e lê em dizanin Îslam bi edaletê heye. Heke mirov dev ji edaletê berde ev tê wateya devjêberdana baweriyê jî. Ji ber vê jî lêgerîna me ya herî mezin edalet e. Heke em bibêjin dijberiya edaletê çi ye? Berevajiya wê jî zilm e, cihêkarî ye û neheqî ye.

EM WERIN BA HEV EM DIKARIN XERABIYÊ JI HOLÊ RAKIN

Tişta ku wê xerabiyê ji hole rake, hewldana ku mirov karibe civakê li dora edaletê bîne ba hev. Heke em li dora edaletê karibin bicivin, wê demê ew ê dawiya vê rêveberiya zilmê jî were. Têkoşîna partiya me ev e ku, em cihêtiyan karibin bînin ba hev û wekhev bijîn. Kêmasiyên me hebin jî baweriya me zexm e. Ji bo xurtkirina vê baweriya me, pêdiviya me bi rêbertiya kesên wekî we hene.Em dixwazin bibin parçeyekî edaletê ya ku em ê bi we re ava bikin. Rêya edaletê ya ku em ê karibin bi hev re bimeşin armanca me ye. Em gelekî baş dizanin ku feraseta Îslama Demokratîk gelekî bi qîmet e û heta ji destê me tê em dibêjin. Heke em li vî welatî nikaribin azadiyê pêk bînin wê derfeta me tunebe ku em dilsoziya baweriyan jî pêk bînin. Meşa me ya edaletê di heman demê de têkoşîna azadiyê ye. Di vî warî de komîsyoneke me heye. Komîsyona Gelan û Baweriyan. Heta niha me di vê çarçoveyê de li herêmên cihê 9 civîn lidarxist. Di van civînan de alim bira, seydayên gelekî bi qîmet hatin ba hev û fikrên xwe diyar kirin. Vê civîna me ya li Anadoliya Navîn jî ji bo me gelekî bi qîmet e. Di 25’ê Adarê de jî wê civîna Edaleta Mezin pêk were. Me navê wê civînê jî kir Îslam û Edalet.

DAWIYA DESTHILATDARIYÊ TÊ

Em dizanin edalet çavkaniya sereke ya aştiyê ye. Em li vî welatî aştiyê dixwazin ev jî bi edaletê dikare pêk were. Heke edalet tunebe aştî jî pêk nayê. Ji bo avakirina aştiyê jî divê edalet were xurtkirin. Feraseta me çareserkirina pirsgirêkan e, ew jî diyalog e, muzakere ye, lêgerîna heqîqetê ye. Ji xeynî vê rêyê tu zext û qedexe nikare pirsgirêkên civakî çareser bike. Di vê têkoşînê de hûn alimên hêja jî hene. Avakarên aştiyê rêwiyên heqiyê ne yên ku baweriyê bi edaletê tînin.”