Sancar: Divê her kes bi wêrekî bersivê bide

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir, AKP-MHP'ê fêhm kiriye ku hêza wan têk bibe HDP ye û got, "Divê her kes bi wêrekî bersivê bide vê êrişê."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku dadgerî bûye çoyê li ber destê desthilatdariyê û got, "Her ku winda dikin, êriş dikin. Her ku êriş dikin bêhtir winda dikin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar têkildarî operasyonên qirkirina siyasî û destgîrkirina rêveberên HDP'ê de li Navend Giştî civîneke çapemeniyê li dar xist. Balkêş bû ku di dema daxuyaniyê de polîsên Tirk dor li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê girtibûn.

'OPERASYONA TOLHILDANÊ'

Sancar operasyonên qirkirina siyasî yên îro weke pêkanîneke nû ya plana darbeyê bi nav kir ku 5 sal in didome û got, "Ev desthilatdarî 5 sal in bi rêk û pêk operasyonên qirkirina siyasî dewam dike. Ev yek pêkanîna şênber a zîhniyeta darbekar e.

Hevşaredarê me yê bajarê Qersê Ayhan Bîlgen, ji parlamenterên me yên berê Sirri Sureyya Onder û gelek endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî hatin destgîrkirin. Gotina 'operasyona destgîrkirinê' ji bo vê kiryarê gotineke sivik e. Ev yek operasyoneke tolhildanê ye. Ev operasyon jî her çend weke ku bi destê dadgeriyê tê kirin jî, bi biryareke siyasî hatiye plankirin.

Dadgerî demeke dirêj e bûye çoyê li ber destê desthilatdariyê. Dadgerî bûye amûrek ku her gotina Bahçelî ji bo xwe weke fermanekê dibîne, her kesên ku Bahçelî dixwaze bên berdan berdide, her kesên ku hevparê mezin ê desthilatdariyê dixwaze bên girtin piştî rojekê digire. Nepêkane ku ji aliyê gerdûnî ve mirov ji vê yekê re bêjin dadgerî. Ya heyî amûreke ku mîna çoyê desthilatdariyê ye.

Ev operasyon bi bahaneya bûyerên 6-8'ê Cotmehê hatine kirin. Em bi bîr bînin, ji ku bûyerên 6-8'ê Cotmehê partiya me berpirsyar nîne. Tevî ku 6 sal in li ser dixebitin, delîlek nedîtine ku karibin partiya me pê berpirsyar nîşan bide. Ti hinceteke maqûl a ku partiya me berpirsyar nîşan bide, dananîne holê.

'DESTHILATDARÎ BERPIRSYAR E'

Berpirsyarê çalakiyên 6-8'ê Cotmehê teqez partiya me nîne. Berevajî, berpirsyar otorîteya siyasî ye ku bi polîtîkayên xwe yên wê demê êrişên DAÎŞ'ê weke mizgîniyê radigihan û bi tundî dest li mirovên êriş şermezar dikirin werdida."

'NIKARIN BI HDP'Ê

Sancar bi bîr xist ku êrişên lid ijî HDP'ê di demên cuda de bi bahaneyên cuda hatin dewamkirin, lê nekarîn çokê li HDP'ê bidin tewandin û diyar kir, "HDP'ê dest ji têkoşînê berneda. Berevajî, bi biryardarî û wêrekî têkoşîn mezin kir. Ev têkoşîna bi biryar bû tirs herî mezin a di dilê desthilatdariyê ye. Ji ber ku desthilatdarî zane, yekane hêza ku dikare wê têk bibe HDP ye. Têkoşîna HDP'ê ya bi piştgiriya gel e. Ne neheq e ku ji HDP'ê bitirse. Ji ber ku HDP'ê di hilbijartineke din de ew têk birin. HDP tirsa vê desthilatdariyê mezin dike. Her ku winda dike êriş dike, her ku êriş dike bêhtir winda dike."

'BERSIVA LI DEKLARASYONÊ Û HEWLDANÊN JI BO BLOKA ANTÎ-FAŞÎST E'

Sancar bi dewamî got, "Weke ku tê zanîn partiya me 3 mehan Bernameya Têkoşînê ya Demokratîk meşand. Beriya wê jî Belgeya Helwesta Siyasî eşkere kir. Di fînala Bernameya Têkoşîna Demokratîk de 21'ê Tebaxê me Deklarasyona Banga Aştiyê eşkere kir. Bi deklarasyonê me careke din baweriya xwe ya bi pêkanîna aştiyê ya bi têkoşîna hevpar a gelan anîn ziman. Aştî bi têkoşîna bi biryar a li dijî polîtîkayên şer dibe. Aştî bi avakirina blokeke têkoşînê ya berfireh a li dijî kiryarên faşîst dibe. Lewma têkoşîna aştiyê ji bo me di heman demê de têkoşîna li dijî polîtîkayên şer e, têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Me daxuyaniya xwe ya ji bo xurtkirina bangên ji bo bloka antî faşîst, piştî civîna xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî eşkere kir. Ev operasyon jî bersiva desthilatdariyê ya li dijî Deklarasyona Banga Aştiyê û xebatên me yên ji bo bloka antî faşîst e. Her ku em dibêjin eniya antî faşîst, yên faşîzmê dikin dikevin nava tirs û fikaran."

'DIVÊ BERSIVA HER KESÎ BI WÊREKÎ BE'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar anî ziman ku operasyona hatiye kirin divê tenê weke êrişek li dijî HDP'ê neyê dîtin û got, "Ev operasyon di şexsê HDP'ê de li dijî siyaseta demokratîk û biryardariya têkoşîna antî faşîst e. Wê demê her kesên dijberê şer û faşîzmê, divê bersiva pêwîst û bi wêrekî bidin vê yekê."

Di dawiya axaftina xwe de Sancar got, "Her ku HDP têkoşîna xwe bidomîne wê demokrasî û aştî bê vî welatî. Muxatabê me dozger nîne, muxatabê me desthilatdariya siyasî ye."