Sancar: Dengên li bajarên Kurdan di metirsiyê de ye!

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar eşkere kir ku li bajarên kurdan dixwazin sindoqên 270 hezar hilbijêrên wan hene bi hinceta “ewlehiyê” veguhezînin. Sancar ev hewldan wek “mudaxeleya encamên hilbijartinê dikin” pênase kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û nûnerê HDP’ê yê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî veguhezandina sindoqên li bajarên kurdan bi Serokê YSK’ê Sadî Guven re civiyan.

Sancar û Tiryakî nêzî 45 deqîqe bi Guven re civiyan û pişt re li ber avahiya YSK’ê daxuyanî dan.

Sancar destnîşan kir ku li gorî agahiyên di destên wan de li 18 bajarên Kurdan daxwaza veguhezandina sindoqan û komkirina sindoqan a li navendekê hatine YSK’ê û ev daxwaza veguhezandinê wê  li ser 270 hezar hilbijêran bandorê bike.

‘BI RÊJEYEKE HINDIK KES DIKARIN BIBIN SEROKKOMAR’

Sancar anî ziman ku têkildarî van daxwazan hevdîtin didomin û wiha got: “270 hezar hilbijêr hejmarek girîng e. Heke YSK vê daxwazê qebûl bike, wê rasterast bandorê li ser encamên hilbijartinê bike. Wê temamî qebûl bikin em nizanin. Lê ev biryar wê bibe sedema veguhezandina bi ser 200 hezar hilbêjaran û heke ev encam derbikeve wê encama hilbijartinê jî bi guman be. Çunkî di hilbijartina serokomariyê de ji sedî 0,1’an jî encamê diyar dike. Bi rêjeyek hindik a dengan wê diyar bibe ku kî bibe serokomar. Dibe ku encama hilbijartinê biguherîne. Ya duyemîn jî bêguman meseleya bendê heye. Ji bo HDP’ê ev daxwaza bi sed hezaran veguhezandina dengan girîng e. Heke ev daxwaz pêk bê wê bibe sedema mudaxeleya encamên hilbijartinê. Mirov dikare ji niha ve bêje ku beriya hilbijartinê mudaxeleyî encamê bikin. Ji bo vê veguhezandinê jî hincet ‘ewlehiyê’ nîşan didin. Lê ev hînceta wan qet baweriyê nade mirov.”

Sancar, da zanîn ku li gorî vê daxwaza îdarê, wisan xuya dike ku hikûmeta dixwaze mûdaxileyê encamên hilbijartinê bike û wiha got: “Ev dizî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin YSK vê daxwazê red bike. Ger YSK vê daxwazê qebûl bike, ji niha ve wê hilbijartina 24’ê Hezîranê bi qusûr derbas bibe. Wê eynî mîna dengên bêmor ên di referanduma 16’ê Nîsanê bibe. Encam çi dibe bila bibe, wê qusûr tim di rojevê de bimîne. Berpirsê vê jî wê YSK be. Dibe ku îdare daxwaz bike, lê YSK berpirse ku mafê hilbijartinê biparêze.”

‘DIVÊ EM BÊDENG NEMÎNIN’

Sancar, destnîşan kir ku di vê mijarê de berpirsiyarê dikeve ser mile namzetên partî û serokkomariyên mûxalîf û wiha pê de çû: “Divê li dijî vê muameleye em bêdeng nemînin. Divê em seknek bi biryar nîşan bidin. Ger em vê nekİN, dûre em gilî jî bikin tu faydeya wê tuneye. Ji bo Saziyên Sivîl ên Civakî jî heman tişt lê ye. Divê hemû kes li gundên sindoq lê bên danîn xebatên mezin bi rê ve bibin û ewlekariya wê biparêzin.”

‘EWLEHIYA HILBIJARTINÊ NE BI TENÊ KÊŞEYA HDP’Ê YE’

Sancar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi bûyerên dengên bêmor re rûbirû ne. Em ê bi hemû derfetên xwe di vê hilbijartinê de bixebitin. Ji bo dengên me neyên dizîn tişta ji me were em ê bikin. Bi hemû derfetên xwe em ê bixebitin û lê ewlekariya hilbijartinê tenê ne pirsgirêka HDP’ê ye. Di heman demê de ev pirsgirêka demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Divê em hemû bi hev re bixebitin. Ger YSK vê daxwazê qebûl bike, berpirsiyarî dike ser mile hemû partiyên demokratîk û mûxalîf. Di vî warî de em amade ne bi hemû kesan re bixebitin. Bi taybetî em bang li hemû kesan dikin ku ji bo ewlekariya hilbijartina gundan bixebitin û dengên gel biparêzin.”