Sancar: Budçe ji bo îxtîmala şerekî navxweyî hatiye amadekirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku bi budçeya sala 2021’an re desthilatdariyê ji bo îxtîmala şerekî navxweyî amade kiriye.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku bi budçeya sala 2021’an re desthilatdariyê ji bo îxtîmala şerekî navxweyî amade kiriye.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di meclîsê de axivî û diyar kir ku meclîsa Tirk di serdema xwe ya herî lawaz de ye.
Sancar got ku, “Her roj tiştek ji demokrasiyê kêm dibe, ji bo azadiyê jî roj bi roj texrîbat tê kirin. Pirsgirek zêdetir û kûrtir dibin. Hê jî di meclîsê de Kurdî wekî ‘zimanê nenas’ tê diyarkirin. Heke ez bi Erebî biaxivim wê ziman wekî Erebî were qeydkirin. Min berê jî dît, dema bi Îngîlîzî biaxivim ziman Îngilîzî tê qeydkirin lê Kurdî nayê qeydkirin. Ev jî diyar dike ku desthilatdarî di doza Kurdan de hatiye çi astê. Ma ev ne înkar e? Gelek mînakên din jî hene. Di pirtûkên dersê de gotina ‘Kurd’ tê jêbirin. Dema ev gotin tê jêbirin Kurd ji jiyanê nayên derxistin. Ji şanoyên Kurdî yên hatine qedexekirin heta kesên ji ber Kurdî axivîne, êrîş li wan hatiye kirin, gelek mînak hene.”
Sancar diyar kir ku Tirkiye roj bi roj dikeve va pirsgirêkên siyasî, civakî û ekonomîk û got, “Pergala Hikumeta Serokkomar tê wateya mayîndekirina Rewşa Awarte. Ev tê wateya tasfiyekirina demokrasiyê û tê wateya otorîteriyê.”
Sancar diyar kir ku di budçeyê de jî para ji bo lêçûnên ewlehiyê ji sedî 17 e û got, “Ev tişt tu eleqeya xwe bi nîqaşên ewlehiyê tune. Armanca desthildatdariyê ev e ku li hemberî îxtîmala şerekî navxweyî hêzên çekdar ava bike. Polîtîkayên vê hikumetê ji bo zêdekirina şerê li hundir û derve ye. Ev budçeya şer, alîgirên wan û ya Qesrê ye. Ev ne budçeya gel e.”