Salvegera damezrandina PYD'ê li Viyanaye hate pîrozkirin
Salvegera 16'an a damezrandina PYD'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate pîrozkirin.
Salvegera 16'an a damezrandina PYD'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate pîrozkirin.
Piştî deqeyeke rezgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşa Rojava axaftin hate kirin û piştre bi sînevîzyonekê têkoşîna PYD'ê hate nîşandan.
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Rîvar Diyar Derar û Nûnerê PYD'ê yê Viyanayê Agirî Kobanê û siyasetmedarê ji Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Anton Mandl axivîn.
Derar anî ziman ku dema li Sûriyeyê şer dest pê kir, Kurdan xwe bi rêxistin kirin, herêmên xwe parastin û modela jiyaneke nû avakirin.
Derar diyar kir ku gelên Bakurê Sûriyeyê nêrînên Ocalan xistin meriyetê, bi vî rengî sîstemeke demokratîk ava kirin û wê her tim li ser rêya Ocalan bin.
Nûnerê PYD'ê yê Viyanayê Agirî Kobanê jî siyasetmedarên PYD'î yên piştî sala 2003'an ji aliyê rejîma Baas ve hatin qetilkirin bi bîr anî.
Agirî anî ziman, piştî ku li Sûriyeyê şer dest pê kir, hin partiyên ku îdîa dikirin bi navê Kurdan siyasetê dikin, bi çeteyan re tevdigerin.
Mandl jî desnîşan kir, ku ew piştigriya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd dikin.
Mandl destnîşan kir ku ji ber têkoşîna wan a li dijî DAÎŞ'ê ew minetdarê Kurdan e û wê piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna wan her bidomînin.
Di pîrozbahiyê de Grûp Mîdya, Koma Rojava, Ednan û Nisrîn û Peyman Arjîn derketin ser dikê.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.