Sakik bû namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Manîsayê

Li şûna Lezgîn Botan ku cezayê girtîgehê lê hate birîn, HDP'ê Sirri Sakik di rêza yekemîn de li Manîsayê namzet nîşan da.

HDP'ê namzetê xwe yê rêza yekemîn ê Manîsayê guherand. Ji ber ku dadgeriya Tirk cezayê girtîgehê li namzetê HDP'ê Lezgîn Botan birî, Hevşaredarê Agiriyê û parlamenterê berê Sirri Sakik bû namzetê rêza yekemîn ê Manîsayê.

BOTAN DAXUYANÎ DA

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan bi rêya medya civakî ev daxuyanî da:

"Ji ber ku partiya me HDP'ê ez di rêza yekemîn de li Manîsayê weke namzet nîşan da, spasiya partiya me û gelê me dikim. Lê belê ji ber ku cezayê girtîgehê yê du salan ê Dadgeha Îstînafê ya Erzîromê li min birî misoger bû, derfetên namzetiya min ji holê rabûn. Hevîdarim hemû namzetên din wê serketî bin."