Saît Ekîncî yê HDP'yî li Nisêbînê hat veşartin
Saît Ekîncî yê li gundê Xanikê yê Hezexê ji aliyê du kesên rûyê wan nixumandî ve hat qetilkirin, li Nisêbînê cenazeyê wî hat veşartin.
Saît Ekîncî yê li gundê Xanikê yê Hezexê ji aliyê du kesên rûyê wan nixumandî ve hat qetilkirin, li Nisêbînê cenazeyê wî hat veşartin.
Cenazeyê welatiyê bi navê Saît Ekîncî yê ku duh li gundê Xanikê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê li ber deriyê mala xwe di êrîşa çekdarî ya du kesên ku xwe wekî bazirganê sewalan nîşandan û rûpoş bûn jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Nisêbînê hate definkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê cenazeyê Ekîncî anîn Goristana Hecacan a Nisêbînê û bi merasîmekî hat definkirin. Di merasîmê de parlamenterê DEP’ê yê berê Alî Yîgît, rêveberên HDP û DBP û gelek welatî amade bûn.
Piştî cenaze hat definkirin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Di merasîmê de Alî Yîgît axivî û diyar kir ku di salên 1990’î de bi destên hikûmet û serokkomarên wê demê ev bûyerên tarî dihatin kirin. Yîgît da zanîn ku îro jî bûyerê wiha yên tarî di serdema AKP’ê û Serokkomar Erdogan de pêk tên. Yîgît destnîşan kir ku êdî gelê Kurd li hemberî bûyerên tarî yên bi vî rengî şiyar bûye wê destûr nede êrîşên tarî. Yîgît banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û sersaxî ji malbat û gelê kurd re xwest.
Serdanên sersaxiyê li Mala Sersaxiyê ya taxa Devrîmê tê qebûlkirin.