'Şahîdiya' ji berxwedana Kobanê re
'Şahîdiya' ji berxwedana Kobanê re
'Şahîdiya' ji berxwedana Kobanê re
Redfotograf û Forûma Hunerê ya Gezî, bi pêşangeheke bi navê "Şahidbûyînê" re berxwedana Kobanê silav kirin. Pêşangeha ji 90 wêneyên 27 wênevanan, bi korîdora wêneyan a ji Tunel heta Meydana Galatasarayê hat danasîn.
Redfotograf û Forûma Hunerê ya Gezî, pêşangeha "Şahîdbûyîn" a li ser berxwedana Kobanê, bi korîdora wêneyan a ji Tunelê heta Meydana Galatasarayê dan naskirin. Bi pêşangeha ji 90 wêneyên 27 wênevanan re, berxwedana Kobanê hat silavkirin.
Li Meydana Galatasarayê, li ser navê wênevanan Songul Yucel û Fehmî Işik daxuyanî dan.
BERXWEDANA GELEKÎ BI TILÎLIYAN BI SER MIRINÊ DE DIÇE
Yucel û Işik gotin, "Em bûn şahid ku gelekî dildarê azadiyê, bi tilîliyan bi ser mirinê de diçe" û dan xuyakirin ku Kobanê ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, li tevahiya cîhanê nîşaneya azadiyê ye. Yucel û Işik bibîr xistin, ku gelê Kobanê bi rojane li dijî barbariya DAIŞ'ê bi berxwedaneke mezin şer dike û destnîşan kir ku Kobanê ji bo wan kesên digotin 'li ber ketinê ye' veguheriye xewnreşkê.
Yucel û Işik ragihandin ku di rêya azadiyê de Sûphî Nejat, Kader û gelek ê mîna wan nemirin bûne û gotin, "Em weke mirovên ji rewşa li Kobanê re şahidî kirine, ji bo silavkirina vê berxwedana bi rûmet, me korîdora wêneyan ava kirin."
Li dû daxuyaniyê, ji bo vekirina pêşangehê, wênevan çûna Komeleya Çandê ya Dîvrîgî û bi mijara "Şahidbûyîn" hevpeyvînek kirin.