Şahid: Êrîşa li hember polîsên Çewlikê tenê kesekî pêk anî

Şahid: Êrîşa li hember polîsên Çewlikê tenê kesekî pêk anî

Kesekî ku bû şahidê êrîşa 9’ê Cotmehê ya li hember Midûrê Polîsan ê Çewlikê Atalay Urker û yên li gel, got ku êrîş ji aliyê kesekî ve hat kirin. Şahid got ku êrîşkar pir rehet tevdigeriya piştî 4-5 deqeyan li cihî bûyerê ma bi peyatî ji cihê bûyerê reviyaye.

Şeva 9’ê Cotmehê ku protestoyên ji bo Kobanê li gelek bajêr û navçeyan dewam dikirin, saet 21.15’an 200 metreyî dûrî Avahiya Hikûmetê ya bajêr Midûrê Emniyetê Atalay Urker, Alîkarê Midûrê Emniyetê Atif Şahîn, Komîser Huseyin Hatîpoglu û polîs Ugur Atli rastî êrîşekê hatin. Di êrîşê de Alîkarê Midûrê Emniyetê Atif Şahîn û Komîser Huseyîn Hatîpoglu jiyana xwe ji dest dan, Midûrê Emniyetê Atalay Urker û parêzvanê wî polîs Ugur Atli birîndar bûn.

Piştî sûîqesta li hember polîsan bi saeteke û 15 deqeyan jî li ser Pira Murda a navçeya Dara Hênê wesayîtek hat gulebarankirin û 4 kesên têde hatin qetilkirin.

Piştî bûyerê Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, îdîa kirin 4 kesên êrîş pêk anîne hatine kuştin.

Roja paşê jî di çapemeniyê de hat îdîakirin ku êrîşa li hember polîsan bi 4 wesayîtan pêk hatiye, piştî çalakiyê êrîşkarên xwestine ber bi bejahiya Licê birevin li ser Pira Murad guh nedane hişyariya “raweste” û ji bo vê hatine kuştin.

‘YÊ ÊRÎŞ PÊK ANÎ KESEK BÛ’

Kesekî şahidê êrîşa li dijî polîsan, êrîş berevajî daxuyaniyên di çapemeniyê de, anî ziman. Şahidê ku naxwaze navê xwe aşkera bike diyar dike ku di dema êrîşê de li cihê bûyerê bû û 50 metreyan ji polîsan dûr bû, got ku sûîqest ji aliyê kesekî tenê ve hat kirin.

Şahidê ANF pêre hevdîtin çêkir, tiştên dîtin wiha vegot: “Ez nêzî cihê êrîş lê pêk hat bûm. Dema dengê çekê hat min li wî alî nihêrî, kesekî çekeke lûledirêj di destê wî de bû, bi îxtîmalekî mezin dibe ku keleş be gule diavêtin. Bûyer li ber Dibistana Dayikê ya Zubeyde çêbû. Ji yên hatin gulebaran dikin du jê ketin ser peyarêyê, du jî ketin ser cadeyê. Kesê gule berdidan gelek rehet bû. Li derdora xwe dinêrî û nêzî 4-5 deqeyan li cihê bûyerê ma. Nehat cem kesên gulebaran kirin. Pir rehet tevdigeriya. Kesekî cilekî rengê girtî li ser bû. Piştî demekê ma bi çeka di destê xwe de ber bi aliyê bazarê ve çû. Ji polîsên ketin erdê ti bersiv nehat. Ji ber ku gule li hemûyan ketibûn û li erdê bûn.”

DEMA MIN LI TELEVÎZYONAN TEMAŞE KIR EZ MATMAYÎ MAM’

Şahid diyar kir piştî dengê çeka sûîqestê çend kesên din jî êrîşkar dîtin û got ku dema hat malê tiştên di televîzyonan de dihatin weşandin dît matmayî maye. Şahid diyar kir ku di televîzyonan de digotin ji wesayîtê li polîsan gule hatine reşandin û wiha dewam kir: “Hinek televîzyonan digotin du wesayît bûn. Di rastiyê de wesayîtek bi tenê jî nebû. Polîsên hatin gulebaran kirin li ser peyarêyê dimeşiyan. Ev kes jî tenê bû û gelek rehet bû.”

Şahidê nexwest navê xwe diyar bike, diyar kir cihê sûîqest lê pêk hat ji avahiya Hikûmetê 150-200 metreyan dûr bû û li herêma nêzî wilayetê  jî kamerayên MOBESE hebûn û got ku di dema ev hatin aşkera kirin wê bi şêweyekî pir zelal derkeve holê ku sûîqest çawa pêk hatiye.