Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqereyê Velî Saçilik serdana Kenak Gungordu yê ku li pêşiya Şaredariya Zeytînbûrnûyê di çalakiyê de ye.
Saçilik bi beşdarbûna Gunay Kilîç yê ku li restoranta Kanatçi Haydarbi derbê ji kar hatibû dûrxistin li pêşiya Şaredariya Zeytîbûrnûyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di çalakiyê de pankarta “Ez karê xwe dixwazim” hate vekirin û dirûşmeyên “Bi berxwedanê em ê serbikevin”, “Serok xwe şaş neke, bi sebra me ne leyîze” û “Serok wê hesab bide gel” berz kirin.
Saçilik di çalakiyê de axivî û wiha got; “Em dibêjin ku ji Azraîl rûh nayê xwestin, ji AKP’ê jî benda kadroyê nemînin. Tenê sûcê hevalê me ye ew jî ji ber ku ne AKP’yi ye. Yanî AKP dibêje ger tu ne AKP’yi bî wê demê terorîstî. Em hemû kirin terorîst û em ji kar avêtin. Em li dijî AKP’ê rawestan, em ê rawestin, me AKP’ê teşhîr kir û em ê bikin.”
Saçilik wiha domand; “Em dixwazin bibin kedkarê gel û xizmetê ji gel re bikin. Li vir xwedî derketina li hevalê me Kenan Gungordu xwedî derketin ali ewlehiya kar e. Sekna li dijî Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) de ye. Dem ê AKP’ê diqede. Kesên bûyî hevkarê wan sûcan wê hesab bide. Em ji hevrîkên xwe re wiha dibêjin. Di siyasetê de bi mere şer bikin lê destê xwe qet nedin keda gel.”
Piştî axaftina Saçilik Kenan Gungordu axivî û wiha got; “Ji bilî Xwedê em ê bîatê ji kesek din re nekin. Ev ji bo me felsefeya jiyanê ye. Li Şaredariya Zeytînbûrnûyê bê mafî û bê qanûnî heye. Li dijî neheqiyê em li berxwe didin. Li dijî vê neheqiyê ev nêzî 50 roj e li vir ez li ber xwe didim. Ev çalakî li dijî Rewşa Awarte û BHQ’ê ye.”
Li navçeya Fatihê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê li bazara Gurşenay Dalveren serdana dikandaran kirin. Li taxên Langa û Dramanê jî buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Namzetên HDP’ê Dilber Asaln û Mehemt Guler û dehan kes beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Zêdetir jin beşdar bûn û govend hate gerandin.