BI DÎMEN

Li Minbicê pergala radara dewleta Tirk hat rûxandin

Şervanên QSD’ê bersivê didin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Şervanan di çarçoveya Pêngava Şehîd Ezîz Ereb a Minbicê pergala radarê ya dewleta Tirk a dagirker rûxandin.

ÇALAKIYA MINBICÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pergala radarê ya ku dewleta Tirk li başûrê Minbicê bi cih kiriye, di çarçoveya Pêngava Şehîd Ezîz Ereb a Minbicê de hatiye hedefgirtin. Di dîmenên hatin parvekirin de roket ber bi erebeya pergala radarê li ser e, diçe û wê diteqîne.

QSD’ê daxuyand ku operasyona Minbicê ji bo tinekirina pêkhateyên leşkerî yên dewleta Tirk ku hewl dide li herêmê ava bike û li dijî hewldanên dagirkeriyê ye.

Di dîmenan de dema ku pergala radarê tê bêbandorkirin nîşan dide. Bi rûxandina raderê re operasyon bi serketî bi dawî bû.