HPG: Tunelên şer 34 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker li Zap, Metîna û Xakurkê 34 caran tunelên şer bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek li ser mijarê da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

27'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 40 kg teqemeniyên dagirkeran hatin îmhakirin.

31'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

1'ê Çileyê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, ku hewl didan çeperê ava bikin. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Xakurkê;

30'ê Kanûnê komek ji dagirkeran hewl da ji geliyê Berbizinê ber bi tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi pêş ve biçe. Dagirkeran saet di 11:40'î de bi teqemeniyên qedexekirî 2 caran bombe li tunelên me yên şer barandin. Saet di 13:30'î de hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

29, 31'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

29'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

29, 31'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 24 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 29'ê Kanûnê-2'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Şerîf, Berbibizinê, Xinêreya Jor 6 caran, li herêma Garê qadên Dêreşê, Mijê, Girê Reşîd, Girê Zengil, Deşta Kafya, Hefttebax, Zêvkê 16 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

30 û 31'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 14 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."