Bîlançoya çalakiyên milîsên HBDH û KBDH’ê
Milîsên HBDH û KBDH’ê di sala 2024’an de li dijî gelek cihên girêdayî hêzên dewleta Tirk ên faşîst çalakî lidar xistin. HBDH’ê got, “Em ê di sala nû de jî li her qadê ji bo xistina faşîzmê têbikoş in.”
Milîsên HBDH û KBDH’ê di sala 2024’an de li dijî gelek cihên girêdayî hêzên dewleta Tirk ên faşîst çalakî lidar xistin. HBDH’ê got, “Em ê di sala nû de jî li her qadê ji bo xistina faşîzmê têbikoş in.”
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) û Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH), bîlançoya çalakiyên milîsên xwe ya sala 2024’an eşkere kirin.
Komîteya Rêveberiyê ya HBDH’ê bi daxuyaniyekê got, “Faşîzma AKP-MHP’ê di sala 2024’an de siyaseta şerê taybet dijwartir kir. Bi awayekî bê merhamet keda karkeran îstîsmar kiriye û gel feqîr kiriye. Bi mîlyonan pere ji bo alîgirên xwe dabîn kiriye, lê mûçeya kêmane di sînorên birçîbûnê de diyar kiriye. Di sala ku em li pey xwe de dihêlin, îradeya gelê Kurd tine hatiye hesibandin û şaredariyan bi qeyûman hatine dagirkirin. Faşîzm tehemûla destketiyên gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê nekir û di her firsendê de êrîş li dijî van destketiyan pêk aniye.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Dewleta Tirk li dijî Rojava û gelên li Rojava dijîn bi destê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş pêk tîne. Bi van êrîşan re rûyê xwe yê mêtingeriyê careke din nîşan da. Bi vê re diyare ku hedefa sereke ya partiya faşîst a AKP'ê û rêveberên wê yên ku bi awayekî vekirî piştgirî û dîmen didin çeteyên ji DAÎŞ'ê mane, axa Şoreşa Rojava ye.
Faşîzma AKP-MHP’ê li dijî hevrêyên me yên li girtîgehan siyaseta tecrîdê girantir kiriye. Ev êrîşên ku bi armanca teslîmgirtina azadî û îradeya şoreşgerî hatî pêkanîn, têk çûye.
Faşîzm di vê salê de karakterê xwe yê serdestiya mêr hîn zêdetir eşkere kir. Zêdebûna kuştina jinan û zêdebûna tundiya fizîkî û psîkolojîk a li ser jin û zarokan, rizîna ku ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê di nava civakê de pêkaniye, bi awayekî zelaltir nîşanî me dide.
Divê neyê jibîr kirin ku, ev berhemên siyaseta şerê taybet a faşîzmê ne. Di sala 2024’an de li dijî ewçend zilma mezin a faşîzmê, berxwedaneke girîng pêşketiye. Çalakiyên grevê yên li dijî îstîsmara kedê, berxwedana gel a li dijî qeyûman, berxwedana destanî ya li Rojava, darbeyên ku dewleta Tirk li Çiyayên Kurdistanê xwarine, çalakiyên girseyî û xurt ên tevgera jinan û çalakiyên milîsên HBDH û KBDH’ê yên li bajaran, hin ji mînakên sekna li dijî faşîzmê ne.
Di sala 2024’an de milîsên me li dijî pêkanînên şerê qirêj, hevkar û milkên wan çalakî li dar xistin. Milîsên me yên ku îsal 194 çalakî li dar xistin, bi dehan kargehên ku şer fînanse dikirin, kargeh û wesayîtên kes û saziyên faşîst û hêzên faşîzmê hedef girtin.
Diyare ku sala 2025 wê şerên dijwartir pêk bên. Têkoşîna çîniyatî wê zêdetir bibe û polîtîkayên asîmlasyon û îmhayê ya li dijî gelê Kurd wê dijwartir bibin.
Wezîfeya me ew e ku di sala 2025’an de em ala Şoreşa Yekbûyî hê bêhtir bilindtir bikin û faşîzmê têk bibine. Soza me ya ji bo gelê me di sala nû de ew e ku em ê li her qada ku lê bin ji bo tunekirina faşîzmê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Ew ê nikaribin rojekê jî rehet razên! Milîsên Şoreşa Yekbûyî dê her dem bibin kabûsê wan.”