Heyeta DEM Partiyê wê bi Bahçelî û Kûrtûlmûş re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re li Îmraliyê re kir, dest bi tûra hevdîtina bi derdorên siyasî re dike. Heyet wê îro hevdîtinê bi Nûman Kûrtûlmûş û Devlet Bahçelî re bike.

Buroya Ragihandinê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hevdîtinên ku heyeta DEM Partiyê li ser mijarê pêk bîne, agahî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ahmet Turk jî wê li gel endamên heyeta DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan tevlî serdanan bibe û hate gotin, "Serokwekîlê me yê meclîsê Sirri Sureyya Onder û parlamentera me Pervîn Bûldan ku 28'ê Kanûnê li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, weke ku beriya niha eşkere kirni ku dest bi tûra hevdîtina bi partiyên siyasî yên li Meclîsê re dikin. Heyetê piştî serdana Îmraliyê destpêkê agahî da Hevserokên me yên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan. Heyeta ku siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî tevlî dibe, îro wê bi Serokê TBMM Nûman Kûrtûlmûş û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike.

Heyeta ji Bûldan, Onder û Turk piştî ku serdana partiyên siyasî yên li meclîsê qedand, wê bi rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên ked û pîşeyê û sendîkayan re jî hevdîtinê bike.

Di hevdîtinan de li ser hevdîtina li Îmraliyê wê agahdarî bê kirin, nêrîn û pêşniyar bêne wergirtin. Piştî ku hevdîtin bi dawî bûn jî heyet wê daxuyaniyeke berfireh ji raya giştî re bike."