Di êrîşa Îsraîlê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Xezeyê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Xezeyê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li Xezeyê di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên rayedarên herêmî, balafirên şer ên Îsraîlê konên koçberên Xezeyî yên li başûrê Xezeyê hedef girtine.
Rayedarên tenduristiyê dan zanîn ku herêma êrîş lê hatiye kirin di nava herêma alikariya mirovî ya li Xan Yûnûsê de cih digire. Hate zanîn ku di encama êrîşê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne.
Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de zêdetirî 45 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dane. Şer, di 23’yê Cotmeha 2023’yan de bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê dest pê kir. Li gorî Îsraîlê di vê êrîşê de 1.200 kesî jiyana xwe ji dest dane û 251 kes jî li Xezeyê dîl hatine girtin.