Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik aliyên xweser ên Şoreşa Rojava nirxand û destnîşan kir ku hêmanên komuna demokratîk, azadiya jinê û civaka ekolojîk tenê ne ji bo Bakur û Rojhilatê sûriyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modeleke çareseriyê pêşkêş dike.
Bayik îşaret bi berxwedana gel a li dijî êrîşên dewleta Tirk kir û got, “Eger êrîşên dewleta Tirk bên pûçkirin, şoreş wê bi rengekî hîn xurttir dewam bike.”
Beşa 4’an a hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re, bi vî rengî ye:
Pêvajoya ku li Sûriyeyê bi êrîşên 27’ê Mijdarê yên li ser Helebê destpê kir û bi hilweşandina Esadê re bi lez bû, dewam dike. Ev geşedan çawa wiha zû qewimî? Divê helwesta rejîmê û hêzên pişta wî (Rusya, Îran) çawa bê nirxandin? Gelo lihevkirinek di navbera bloka bi pêşengiya Rusyayê û hêzên bi pêşengiya DYE’yê de heye? Sûriyeyeke nû ya çawa tê pêşbînîkirin?
Li Sûriyeyê pêvajoya ku bi hilweşandina rejîma Baasê bi encam bû, pir bi lez pêş ket, lê amadekariyên wê ji zû de hatibûn kirin. Pêvajo bi lez pêş ket, lê ji nişka ve nebû. Li berxwenedana Îran û Rusyayê, bêyî dijî derketinê vekişîna artêşa Sûriyeyê û herî dawî derketina Beşar Esad, ne asayî ye. Ji ber vê yekê eşkere ye ku lihevkirin û bazar hatine kirin. Helbet pêwîste rewşa her hêzek têkildar cuda were nirxandin.
Dîroka destpêka pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn pêş ketî, êrîşa 7’ê Cotmeha 2023’an e. Ji vê dîrokê pêde DYE, Îngilîstan û Îsraîl guncav dîtin ku planên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bixin pratîkê. Di vê çarçoveyê de hêza Îranê ya li herêmê hate hedefgirtin. Bi tundiyeke zêdetirî ya dihate payîn, hêzên alîgirên Îranê yên wekî Hamas, Hîzbullah, Husî bûn hedefa DYE, Îngilîstan û Îsraîlê. Dibe ku Îsraîlê weke hêza lêdide derxistin pêş, lê rêveberê vê şerê di esasê de DYE ye. Dîsa piştî DYE li pişta vê êrîşê Îngilîstan heye. Îran jî bêyî amadekar xwe di nava vî pêvajoyê de dît. Matmayîna ku weke Rusya di şerê Ukranyayê de jiya, Îran jî jiya. Di esasa xwe de di şerê Ukranyayê de bi qasî Rusyayê cîhan jî matmayî mabû. Mînak genelarên Tirk ên li ser ekranan digotin ku Rusya wê di nava çend rojan de Ukranyayê dagir bike. Nexwe kesî plana DYE’yê peşbînî nedikir û hêvî nedikirin ku rêveberiya Bidenê bi lez hikm li ser NATO’yê bike. Her kes difikirî ku ev plana Rusya û Putin e. Dibe ku Rusya li gorî xwe planê jî kiribe. Lê her hal dereng femkiriye ku pir ferq di navbera ya derket pêşiya vê û ya hizir dikir de heye.
Heman rewş di êrîşa Îsraîlê ya li ser Hamasê de jî çêbûye. Her kes difikirî ku di nava çend rojan de agirbest çêbibe û wê negihe hefteyan. Lê bi vî rengî nebû. Pêşî piştî ku Hamas hat hedefgirtin û ji quwetê ket, şer beralî Lubnanê bû. Li vir jî Hîzbullah hat hedefgirtin û ji quwetê hat xistin. Piştî ku Hizbullah hat têkbirin û bi Lubnanê re agirbest pêk hat, rewşa li Sûriyeyê derket.
Girînge ku beriya rewşa li Sûriyeyê derkeve, hêza Hizbullahê hat şikandin. Eger ev yek nehatiba kirin wê geşedanên li Sûriyeyê bi vî regî nebûya. Hilweşandina rejîmê hatiba plankirin jî wê ewqas zû nebûya. Helbet hedefgirtin û şikandina hêza Hamasê û piştre ya Hizbullahê, qelskirina hêza Îranê ya li herêmê jî bi xwe re anî. Bi taybetî hebûna Hizbullahê li Sûriyeyê dihişt ku Îran bibe xwedî bandor. Lê nebûna Hizbullahê bandorekî neyînî li ser bandora Îranê ya li herêmê kir. Di rewşeke wiha de tenê tiştek dima ku Îran bike, ew jî ew bû ku li ser navê Îranê û weke dewlet bikeve şer. Wisa tê dîtin ku ev yek bi sûd nehat dîtin yan jî nedan ber çavê xwe. Îran biryarek wiha neda. Piştî ku helwesta Îranê ev e, tu wateya xwe nîne ku bi lihevkirin an jî bêyî lihevkirinê vekêşe. Îran bi vê helwestê beralîbûna rasterast li dijî xwe asteng kir, herî kêm taloq kir. Lê çi dibe bila bibe di vê pêvojoyê de hêza ku herî zêde zirar dît Îran bû. Tenê bandorbûna xwe ya li Sûriyeyê winda nekir, rewşa xwe ya li Iraqê jî kir metirsiyê.
Pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn bi hinceta êrîşa Hamasê hate destpêkirin, lê daxwaza ji nûve dizaynkirina pergala cîhanê ya hêzên moderniteya kapîtalîst a bi pêşengiya DYE’yê yan jî daxwazên wan ên vê karê ku berê dabûn destpêkirin û bi lêzkirinê xwestin bi encam bikin, bi şerê Ukranyayê re derket holê. Nirxandina tevgerê me bi vî rengî ye û xwe li ser vê bingehê amade kiriye. Ji ber vê yekê bi şerê Ukranyayê re vê dan destpêkirin an jî bi destpêkirina vê şerê re îşaretên vê dan. Pir eşkere ye ku şerê Ukranyayê ji bo Rusyayê veguheriye girrekê. DYE bi tevlîkirina Rusyayê ji şer re hem hêza wî şikand, anî rewşa ku rewabûna wî bê lêpirsînkirin, hem jî di esasa xwe de projeya rêya enerjiyê ya ji bakur derbas bibe, xira kir. Dema Rusya di rewşeke wiha de bû û di nava lêgerînê de bû ku şerê bi Ukranyayê re bi vî rengî rawestîne, nedibû ku li dijî plana DYE, Îngilîstan û Îsraîlê derkeve û li Sûriyeyê li dijî rejîmê bikeve nava şer. Niha mijara ku tê nîqaşkirin ew e ku Rusya bi DYE’yê re lihevkirinek kiriye yan ne. Îhtîmalek zêde heye ku li ser şerê Ukranyayê bi DYE re li hev kiriye. Lihevkirinek wiha bi rêveberiya Bidenê re nebe jî dibe ku bi Trump re kiribe. Pir diyar e ku Rusya bi berçav girtina şert û mercan hewl daye ji vî karî bi zirara herî kêm an jî bi qezenca herî zêde derkeve. Niha tê gotin ku baregehên wan ên bakurê rojavayê Sûriye sekiniye. Em nizanin ku wê bi vî rengî dewam bike, yan jî lê bê ferz kirin ku derkeve. Lê teqez e ku Rusya qiyma xwe di nava xirabiyan de yê baş aniye û banora wî ya li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Deryayê Spî darbeyek mezin girtiye.
Bandorbûna rejîma Baasê ya di nebûna Îran û Rusyayê de jixwe ne rewşekî dihate payîn bû. Hêza xwe ya xweser û îradeya xwe zûde winda kiribû. Yekane derketina rejîma Baasê hebû, ev jî lihevkirina bi Kurdan û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bû û li ser vê bingehê gavên demokratîk avêtin û veguherandina xwe ya demokratîk bû. Lê vê ferasetê nîşan neda. Li gorî me şert û mercên vê hebûn. Lê hem bi bandora hêzên derve hem jî bi çêkera xwe ya ji guhertinê re girtî, yekparêz û dogmatîk nekarî vê tiştê bike.
Di encamê de rewşa li Sûriyeyê derket, li gorî plana ku di çarçoveya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn tê meşandin de pêk hatiye. Di çarçoveya vê planê de bê diyarkirin ku wê ji niha û şûnde li Sûriyeyê çi geşedan çêbibin û bi pergalekî çawa re bê rêvebirin.
Parelelê êrîşên HTŞ’ê yên li ser bajarên Sûriyeyê, dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê yên girêdayî wî, bi taybetî Minbic êrîşî herêmên xweser kirin. Divê ev parelelbûn û hemwextî çawa were fêmkirin? Polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ne?
Di heman demê de pêwîst e ku li ser rewşa li Sûriyeyê derketî, pozîsyona Tiriye û desthilatdariya AKP-MHP’ê were destgirtin. Eşkere ye ku di ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de wekî berê rol ji Tirkiyeyê re nehatiye dayîn. Niha tê dîtin ku bi ketina nava rewşa li Sûriyeyê re, hewl dide pozîsyona xwe xurt bike. Dibe ku di rewşa heyî de bê gotin ku cihê dewleta Tirk a li Sûriyeyê xurt bûye, lê ne diyar e ku ev bidome an ne. Weke ku min di serî de diyar kir nêzîkatiya dewleta Tirk di destpê de li ser bingeha dijberiya plana DYE, Îngilîstan û Îsrailê bû. Ji ber ku Tirkiye piştî civîna lûtkeya G-20 ya li Hindîstanê ji derveyî projeya IMEC’ê hat girtin, helwesta Tayyîp Erdogan dijberiya bi eşkere bû. Helwestekî eşere danî holê ku ew ê destûrê nedin projeyeke ku ew ne di nav de bin. Hê mehek nebû, êrîşa Hamasê çêbû. Piştre DYE, Îngilîstan û Îsraîl vê kirin hincet û plana ku berê amade kiribûn xistin meriyetê û bi vî rengî li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Pir eşkere ye ku her tişt berê hatibû plankirin. Tenê çirûskek mabû, vê jî bi destê Tirkiyeyê li Hamasê dan kirin. Tişta ku em nizanin ew e ku gelo Tayyîp Erdogan bi zanebûna van hemû tiştan xwe da bikaranîn an jî bêyî zanebûn hat lîstikê? Em vê nizanibin jî helbet dîtine ku ev rewş her ku diçe di aliyê wan de rê li ber encamên neyînî vedike ku bi DYE’yê re ketin rêya lihevkirinê. Niha DYE, Îngilîstan û Îsrail li ser Sûriyeyê li gorî planê tevdigerin.
Êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava an jî êrîş bike, ne rewşeke nedihat payîn bû. Çeteyên ku ji wan re dibêjin Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên girêdayî xwe ji ber vê yekê amade kiriye. Dema ku rewşa nû ya li Sûriyeyê derket, vê rewşê veguherand firsendekê û çeteyên xwe yên SMO’yê derxist pêş û dest bi êrîşekî nû kir. Di nava SMO’yê de leşkerên Tirk û efserên Tirk jî hene. Dîsa efserên Tirk SMO’yê bi rêve dibin. Armanca dewleta Tirk diyar e. Dixwaze bi dagirkirina Rojava rêveberiya xweser tasfiye bike. Armanca êrîşan ev e.
Dema rewşa nû ya li Sûriyeyê derket, cihên herî krîtîk Şehba û Til Rifet bûn. Li vir kampên gelê ji Efrînê koçber bûne hebûn. Li herêma di navbera van kampan û Helebê de jî Îran û Rusya hebûn. Lê dema ku Îran û Rusya van herêman ji çeteyan re hiştin û vekişiyan, Til Rifet bi temamî hat dorpêçkirin. Li ser vê hêzên QSD’ê korîdorek ava kirin û hewl dan têkiliyê bi vê derê re deynin. Lê bi ser neketin. Dema ku ev yek nebû, biryar hate girtin ku gel ji wê herêmê bê derxistin û piştre bi lihevkirinê xelkê Efrînê yê ku li Şehba û Til Rifetê mabûn, ji vir hatin derxistin. Dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê jî weke ku qey bi şer re vir girtine xwe bi xwe propaganda kirin. Lê weke ku di rastiyê de şer çênebû, vekişîn bi lihevkirinê çêbû. Li cihên din ên êrîş hatin kirin jî berxwedana gel û şervanên QSD’ê dewam dikin. Wisa xuya ye ku şervanên QSD’ê li Tişrîn û Qaraqozaxê berxwedaneke mezin raber dikin, windahiyên mezin didin dijmin. Dijmin ji ber ku nikare van deran bigre, newêre beralî cihên din bibe. Dewleta Tirk fêm kiriye ku nikare tenê bi çeteyên SMO’yê nikare li dijî QSD’ê bi ser bikeve, zextê li ser HTŞ’ê dike û neçar dike ku li dijî QSD’ê helwestê bigre.
Ne nêzîkatiya hêzên koalîsyonê wê berxwedana hêzên şoreşger û gel wê pêşeroja Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bike. Heta îro evqas dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li ber çavên hêzên koalîsyonê pêk hat. Lê helwestê li dijî vê negirtin. Bêyî erêirina wan dewleta Tir nedikarî van êrîşan bike. Ji ber vê yekê pêwîste ji vir nekevin nava bendewariyekî. Gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîste xwe bi temamî li gorî şer amade bikin. Pêwîste gel li her derê parastina xwe bi xwe bike. Bi vî rengî eger gel û hêzên şoreşger dest bidin hev û bi hev re li dijî êrîşan li ber xwe bbidin wê teqez dijmin encamê negre. Gelê me û dostên me yên li parçeyên din û li derveyî welat jî divê bi Rojava re di nava piştevaniyê de bin. Divê ji bo vê li ser lingan be, li her derê bi ketina tevgerê û civakan jî bi xistina tevgerê raya giştî ava bikin û divê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk zexta siyasî bê çêkirin.
Şoreşa Rojava di sala xwe ya 13’emîn de ye. Asta avakirina pergalî û civakî ya şoreşê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ye? Tevî ambargo û êrîşên ku di tevahiya 2024’an de dewam kirin, bi hêza xwe ya xweser li ser lingan ma, divê ev yek çawa were fêmkirin? Di ronahiya geşedanên dawî de di sala nû de gefên li ser rêveberiya xweser û civakê çi ne? Rewşa nû ji bo Kurdên têkoşîna statuyê didin û hevalbendên wan çi derfet çêkir?
Helbet di bin evqas êrîşan de hebûna Şoreşa Rojava bi serê xwe bûyereke mezin e. Ev teqez encama hewldan û xebatekî mezin e. Weke ku tê dîtin rejîm tên hilweşandin, dewlet tên hilweşandin. Êrîşên ku li ser Rojava tên kirin ne kêmî yên din in. Ji wan zêdetir in. Lê Şoreşa Rojava li hemberî van êrîşan hemû li ber xwe daye û xwe li ser lingan girtiye. Bi rastî jî Şoreşa Rojava wekî waheyekî li çolê pêşketî ye. Li nava Rojhilata Navîn, li erdnîgariyeke ku hêzên herî pêş ên cîhanê li ser hesaban dikin, wekî hêzekî alternatîfê mayîn ji ya tê hizirkirin jî zehmetir e. Bêguman li ser lingan mayîn ne yek pîvan e. Armanc û rêgezên şoreşê heye. Divê li gorî van armanc û rêgezan were destgirtin û nirxandin. Lê nirxandinekî bêyî şert û mercan û êrîşan ku tên kirin, nayê kirin.
Ger ku em Şoreşa Rojava binirxînin, divê em armanc, rêgez û aliyên wê yên xweser li ber çavan bigirin û binirxînin. Beriya her tiştî Şoreşa Rojava li gorî paradîgmaya dewletparêz tevnagere. Bi şêwaza reel sosyalîst bi destê dewletê ve ji jor ve civakbûneke nû pêş naxe. Hemû milk û desthilatdariyê nade dewletê û bi destê dewletê civakê naguherîne. Ew rêbazên ku reel sosyalîzmê encam jê negirtiye rast nabîne. Şoreşa Rojava xwe dispêre rastiya komuna demokratîk û ferdê azad şoreşê ava bike û armanc dike ku li ser vê bingehê civakê biguherîne. Bi gotineke din dixwaze avakirina şoreşê li ser esasê veguherîna zîhniyetê û tevlêkirina civakê pêş bixe. Dema vê dike azadiya jinê esas digire. Di wê baweriyê de ye ku avakirina sosyalîzm û şoreşê bi pêşxistina têgihîştineke nû ya jiyanê ku li ser bingeha azadiya jinê dikare pêk were. Dîsa ekolojî û jiyana ekolojîk weke rêgeza jiyanê ya herî bingehîn dibîne û esas digire. Li ser vê bingehê bi avakirina jiyana civaka demokratîk a rêxistinkirî armanc dike ku li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst jiyana modernîteya demokratîk pêş bixe. Li aliyê din jî ji bo feraseta zîhniyeta nîjadperest, mezhebî û tekparêzî ya ku modernîteya netewe-dewletê xistiye nava civakê derbas bike hewl dide feraseta neteweya demokratîk pêş bixe.
Dema ku em Şoreşa Rojava li gorî van rêgezên bingehîn û lêkolînên stratejîk ên ku me bi kurtî behsa wan kirin dinirxînin, em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku pêşketinên girîng pêk hatine û encamên girîng derketıne holê. Di serî de hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi feraseta neteweya demokratîk jiyana hevpar pêş xistine. Ev li Rojhilata Navîn ezmûna yekemîn e. Ev yek her ku diçe ji bo tevahî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dibe modelek. Pêşketina duyemîn a girîng serketina di azadiya jinê de ye. Pêşketina jinan a bi Şoreşa Rojava re gelekî li pêşiya pîvanên cîhanê ye. Dema mirov li pêşketina jinan a di Şoreşa Rojava de binihêre, mirov dikare texmîn bike ku şoreşa Rojhilata Navîn wê li ser vê bingehê pêş bikeve. Li aliyê din bi qasî ku em dibînin, ji bo avakirina şoreşê xebateke bêhempa heye. Li her derê xebatên li ser esasê birêxistinkirina meclisên gel, komun û komîteyan tên meşandin. Em dizanin ku ji bo jiholêrakirina kêmasiyên di avakirinê de hewldanek berdewam heye. Bêguman êrîş, ambargo, koçberiyên ji nişka ve, dagirkerî û hwd. bandoreke neyînî li ser jiyana civakî dike. Bi awayekî xwezayî parastina şoreşê li hemberî êrîşan û hewldanên di vî warî de derdikeve pêş. Bê guman dema ku paşeroja şoreşê di bin gef û metirsiyê de ye, parastina şoreşê pirsgirêka herî bingehîn e û divê lêhûrbûn li ser vî alî be.
Xetereya sereke niha ji dewleta Tirk tê. Ger li ser esasê berxwedana topyekûn a civakê êrîşên dewleta Tirk bê şikandin û pûçkirin, wê şoreş pêş bikeve û ji bo tevahî Sûriyeyê bibe mînak. Çareseriya rast a Sûriyeyê ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Divê Sûriye ji vê ezmûnê sûd werbigire.
Di çarçoveya peymana Tirkiye-PDK-Iraqê de êrîşên li dijî Tevgera Azadî berdewam dikin. Li aliyê din li Başûrê Kurdistanê hilbijartin hatin kirin. PDK ji bo bibe desthilatdar nekarî piraniyê bi dest bixe. Pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê berdewam in. Dîsa pirsgirêka Kerkûk û Şengalê çareser nebû. Sala 2024’an ji bo Başûrê Kurdistanê çawa derbas bû? Êrîşên dagirkeriyê bandoreke çawa li civakê kir? Salek çawa li benda civaka Başûrê Kurdistanê ye?
Iraq yek ji wan deveran e ku herî zêde bandor li geşedanên li Rojhilata Navîn kiriye. Di vî warî de, mirov dikare bibêje ku dewleta ku herî zêde ji rewşa nû ya Sûriyeyê bandor bûye Iraq e. Îran jixwe di çarçoveya planên DYE, Îngilistan û Îsraîlê de bûye hedef. Tê plankirin ku bi şikandina hêza Îranê wê Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Ji êrîşên ser Hamasê heta rûxandina rejîma Sûriyeyê, armanca sereke ya hemû êrîşan Îran e. Pêşî li Xezeyê, paşê li Lubnanê, niha jî li Sûriyeyê hêza Îranê hat şikandin. Bi berçavgirtina hêz û bandora Îranê ya li ser Iraqê, dikare were pêşbînîkirin ku piştî Sûriyeyê dor wê were Iraqê. Ev îhtimal zêde ye. Di vî warî de rewş û paşeroja Iraqê bi tevahî ne diyar e.
Di rastiyê de pirsgirêka Iraqê li holê maye û bi tevahî nehat çareserkirin. Rejîma Baasê di sala 2003’yan de hat rûxandin, lê modeleke ku bi awayekî mayinde pirsgirêkan çareser bike nehat pêşxistin. Destûreke bingehîn a ku pirsgirêkan bi temamî çareser bike nehata amadekirin. Herêmên Mûsil û Kerkûkê di destûra bingehîn de weke herêmên bi pirsgirêk mane. Hewl hat dayîn ku çareseriyek tenê di çarçoveya Iraqê de were pêşxistin, lê hat dîtin ku ev yek bi ser neket. Ji ber ku çareseriyeke ku hemû herêman digire nav xwe pêknehat, Tirkiye û Îranê ji vê yekê sûd girtin. Îran bi rêya Şîeyan, dewleta Tirk jî bi rêya PDK û Sunniyan hewl da ku bandorê li Iraqê bike. Niha dixuye ku ji vê yekê ders hatiye girtin û nêzîkatiya herêmî esas hatiye girtin. Li ser vî esasî tê payîn ku li hemberî Iraqê nêzîkatî were pêşxistin û bandora Îranê were şikandin. Ger geşedanek wiha çêbibe, hevsengiyên li Iraqê wê dîsa biguherin. Dibe ku perçebûna Iraqê jî bikeve rojevê. Ji aliyê din ve ne mimkûn e ku berteka Îranê ya li ser vê yekê ne weke ya li Sûriyeyê be. Ji ber ku Iraq ji bo Îranê weke keleha dawî ya li derve ye. Ji bilî vê, şer rasterast derbasî Îranê bibe. Di vî warî de dibe ku berteka tund a Îranê pêş bikeve. Ev jî îhtîmala perçebûna Iraqê zêde dike.
Derbarê peymana Tirkiye û Iraqê de ez van tiştan bibêjim. Divê Iraq ji rewşa Sûriyeyê ders werbigire. Bi alîkariya Erdogan Beşar Esad hilweşandin. Niha jî dixwaze rêveberiya Şamê weke walîtiya xwe bimeşîne. Dema ku sibê derbarê Iraqê de biryarek bi vî rengî bê dayîn, dikarin li vir jî dewleta Tirk tevlî bibin. Bi alîkariya Tayyîp Erdogan an wê Iraqê perçe bikin, an jî wê bikin rewşeke mîna Şamê. Di vê rewşê de rêveberiya li Bexdayê rûniştiye ji walîtiyê wêdetir tu desthilatî û hêza wê nîne. Bi rastî jî sosret e ku ev yek ji aliyê Iraqiyan ve nayê dîtin. Em fêm nakin ka hemû Iraqî vê yekê nabînin, yan jî dibînin lê nikarin bandorê li ser Sûdanî bikin. Têkiliyên bi Tirkiyeyê re tu feydeyê nade Iraqê. Berovajî, ev têkilî ji bo Iraqê metirsiyeke mezin e. Dema ku di sala 1958’an de qraliyeta Iraqê hat rûxandin, di roja duyemîn a şoreşê de yekem tiştê ku hat kirin, betalkirina Peymana Bexdayê bû. Ji ber ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re Iraq ber bi karesatê ve bir. Niha li gel van tecrubeyan, ger Iraq ji nû ve têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re çêdike ev yek tê wateya ji dîrokê ders dernexistiye û geşedanên îro rast naxwîne.
PDK û Barzanî çarenûsa xwe bi temamî bi dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ve girê dane. Li gorî armanc û planên dewleta Tirk tevdigere, li gorî daxwaz, azadî û pêşeroja gelê Kurd tevnagere. Tişta ku armanc dike tenê qezenca aborî ye. Ji bilî qezenca aborî ti fikar û ramanên wan tine. PDK û Barzanî bi tevahî li ser bingeha hevkariyê ne. Başûrê Kurdistanê ji ber vê hevkariyê bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye. Bi eşkere destekê dide dagirkirina Başûr û dagirkeriyê rewa dike. Dema ku gerîla li dijî dagirkeriyê li ber xwe da, PDK di pozîsyona ku her cure piştgiriyê dide dijmin de bû. Rêxistina îstîxbarata PDK’ê Parastin di hemû êrîş û komkujiyên ku MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê li dijî welatparêzan pêk tîne, rasterast piştgirî û beşdariyê dike. Bêyî piştgiriya PDK’ê, dewleta Tirk newêre bi vî rengî berê xwe bide qadên gerîla û ne jî dikare welatparêzan li navenda bajaran qetil bike. Ev hemû bi piştgiriya PDK’ê pêk tên. PDK vê yekê têr nabîne, hevkarî û xiyanetê li ser her kesên derveyî xwe ferz dike û gefê li wan dixwe. Hewl dide her kesî bike hevkarê dewleta Tirk. Li aliyê din jî bi pergala talanê ya ku ava kir, gel bê hêvî û bê paşeroj hişt. Hemû derfet desteser kirin û gel ber bi feqîrî û nezelaliyê ve birin. Mîna li herêmên din ên Kurdistanê, ji Başûr jî koçberiyeke dijwar heye. Li aliyê din, weke ku tê nîşandan rêveberiyeke Başûrê Kurdistanê li holê tineye. Sîstemek ku kar dike tune. Rêbaz û pêvajoyên demokratîk nînin. Ev plana diziyê ye ku Barzanî ji bo berjewendiyên xwe pêşkêşî dijmin dike.
PDK çawa nêzî parçeyên din dibe, bi heman rengî nêzîkî Başûrê Kurdistanê jî dibe. Tiştên li Başûr dike, li parçeyên din ên Kurdistanê jî li gorî planên dewleta Tirk tevdigere. Ew li berjewendiyên neteweyî yên gelê me yên van parçeyan nafikire, li berjewendiyên madî yên ku ji têkiliyên xwe yên bi dijmin re bi dest bixe, difikire. Nêzîkatiya wî ya li Rojava, Bakur, Rojhilat bi vî rengî ye. Li her derê li gorî planên dijmin tevdigere, xwedî helwesteke piştgirî û rewakirina êrîşên dijmin e. Ev helwesta PDK’ê metirsiya herî mezin çêdike. Em dikarin bibêjin ku metirsiya herî mezin li ser gelê Kurdistanê, ne ji dijminê derve, siyaseta hevkarî û xiyanetê ye ku PDK li hundir pêşxistiye. Ya ku dijminan xeternak dike ev siyaseta PDK'ê ye. Helbet di vir de mijara herî girîng ew e ku li hember xeta hevkarî, xayintî ya ku PDK’ê pêş xistiye, divê helwestek welatparêzî were pêşxistin. Bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê divê helwesteke wiha were pêşxistin. Li ser vê bingehê divê hemû partî, rêxistin û saziyên welatparêz û kesayetên welatparêz li dijî xeta hevkarî, xiyanetê li ser xeta welatparêziyê bên ba hev û bi hêza xwe ya hevpar pêşengiya têkoşîna neteweyî ya demokratîk bikin.
Di nava salê de şerê di navbera Îsraîl û hêzên di bin bandora Îranê de ku jê re Heyva Şîî an jî Mihwera Berxwedanê tê gotin, berdewam kir. Di vê pêvajoyê de Îran jî tevlî şer bû. Ev hêz gelekî qels bûne. Li hemberî polîtîkayên Îranê yên li hundir dijberiyeke cidî ya civakî heye. Bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê ji serhildanên Jîna Emînî ve di nava berxwedaneke girîng de ye. Dîsa li zindanên Îranê bi taybet girtiyên jin ên siyasî li ber xwe didin. Hûn vê berxwedanê çawa dinirxînin? Pêşketinên herêmê bandoreke çawa li Rojhilatê Kurdistanê dike? Di dema pêş de dibe ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê geşedanên çawa rû bidin?
Daxwaza azadî û jiyana demokratîk li Îranê pir zêde ye. Hem civaka Îranê hem jî gelê Rojhilat her tim li ber xwe dane. Bi serhildana Jin Jiyan Azadî re pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û pêşengiya jinê pêş ketiye. Gelê Îranê xwedî sedsaleke têkoşîn û tecrubeyê ye. Li dijî rejîma Şah têkoşîneke hevpar hat meşandin û rejîma Şah hat rûxandin. Hilweşîna rejîma Şah a ku bi temamî di bin kontrola modernîteya kapîtalîst de bû, ev ji bo civakê serketineke mezin a li hemberî modernîteya kapîtalîst bû. Di vî warî de di sala 1979'an de qonaxeke dîrokî ya girîng pêk hat. Lê pêşveçûnên paşê li dijî şoreşê bûn. Di bin navê desthilatdariya Îslamî de xeta şoreşgerî hat xerakirin û lêgerîna civakê ya jiyana demokratîk hat astengkirin. Bi vî awayî pirsgirêkên li Îranê nehatin çareserkirin û her ku diçe girantir bûn. Îro Îran bi pirsgirêkên giran ên civakî re rû bi rû ye.
Hêza hevsengiya Îranê ku bi hêzên xwe yên derve pêşxistibû, ne li ser bingehek zexm bû. Ne bi hewldanên xwe, bi sûdwergirtina ji plana Rojhilata Navîn a ku modernîteya kapîtalîst neqedandibû û nekarîbû temam bike, bandora xwe li herêmê zêde kir. Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a bi pêşengiya DYE’yê ket rojevê û di vê çarçoveyê de destwerdana DYE’yê ya li Iraqê pêş ket. Lê ev destwerdan li hemû herêmê belav nebû û nîvco ma. Pergalek ku wê tevahiya herêmê bigire nav xwe, nehatiye pêşxistin. Ev rewş li Rojhilata Navîn bi taybetî li Iraqê valahiyek çêkir. Îranê ji vê valahiyê sûd wergirt û bi hêzên xwe bandora xwe li Rojhilata Navîn zêde kir. Dewleta Tirk jî nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan da. Lê têkoşîna me nehişt ku dewleta Tirk bandoreke zêde li herêmê bike. Lê Îran şaş nêzîkî vê rewşê bû û pêşketinên ku li herêmê bi dest xist, tenê ji bo berjewendiyên xwe dît. Difikirî ku bandora wî ya li Iraq û Sûriyeyê tenê ji ber berjewendiyên wî ye. Mînak ji ber vê nêzîkatiya şaş, geşedanên ku tevgera me li Rojhilata Navîn bi dest xistiye paşguh kir. Niha diyar bûye ku rewş ne weke ku Îranê difikirî ye. Planeke ku tevahiya herêmê di nav xwe de dihewand, li ser esasê jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn pêk hat, ew mihwera (eksen) ku Îranê afirand û bawer dikir ku bi hêz bû, derbek lê xistin û di demek pir kin de ji hev belav bû.
Îran li gel Tirkiyeyê hêza ku herî zêde rewşa wê di metirsiyê de ye. Li aliyekî em bi pirsgirêkên cidî yên civakî re rû bi rû ne û zehmetiyên vê yekê dijîn. Li aliyê din jî hedefên bingehîn ên planên DYE, Îngilistan û Îsraîlê ne. Hêza Îranê li derve gelekî lawaz bûye. Piştî rûxandina rejîma Baasê ya Sûriyeyê, xuya ye ku wê giranî li ser Iraqê be. Ev tê wê wateyê ku şer li ber deriyê Îranê ye. Di rastiyê de ev yek dihêle ku li ser rewşa aloz a navxweyî ya Îranê bilîzin. Lê ji ber cihê wê yê jeopolîtîk, heta niha perçebûna Îranê nexistin rojevê. Fikara heke ji hev belav bibe wê kontrolê derkeve heye. Ji ber vê yekê piştgirî dane rejîma Şah û wê parastin, tevî rewşa nakok û aloz a piştî rûxana Şah dest nedan yekpareya Îranê. Lê niha plansaziya dîzaynkirina herêmê tê çêkirin. Li gorî vê nêzîkatiya li hemberî Îranê jî wê biguhere. Guhertin li pêşiya Îranê ye. Ji aliyekê ve pirsgirêkên cidî yên civakî yên heyî û ji aliyê din ve jî planên sîstemê yên li ser Rojhilata Navîn û Îranê, nahêlin Îran rewşa niha bidome. Em vê yekê pir caran dibêjin, lê em nizanin çiqas tê fêm kirin. Lê dîsa jî bêjim ku li Rojhilata Navîn gavên demokratîkbûnê hewce ne. Îran yek ji wan deveran e ku herî zêde pêwîstiya wî pê heye. Divê Îran ji bo çareseriya pirsgirêkan bi taybetî pirsgirêka Kurd gavên demokratîk bavêje. Em ne li Îranê û ne jî li dereke din destwerdanê naxwazin. Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkan bi dînamîkên navxweyî û demokratîkbûnê çareser bikin û weke tevger em ji bo vê têdikoşin. Ev pêşbînî ji bo Îran, Tirkiye û deverên din derbasdar e. Îran li ser vê bingehê gavan bavêje rêya herî rast e. Wekî din, rewşa heyî pir xelet û xeternak e. Em cezayên darvekirinê yên hatine dayîn şermezar dikin. Pirsgirêk bi zext, zordarî û bi darvekirinê çareser nabin û ti tiştî bi dest naxe. Divê Îran dev ji cezayên darvekirinê berde û darvekirinan rawestîne.