NÛ BÛ III

Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê bi çalakiyên cur bi cur dewam dike

Di çarçoveya Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê de li gelek deverên cîhanê bi çalakî, stand, çalakiyên xwendinê û pêşangehên wêneyan berdewam dikin. Çalakiyên îro bi armanca danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd pêk hatin.

Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê ku bi boneya yekemîn salvegera kapêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” tê lidarxistin, bi boneya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê bi çalakiyên cuda dewam dike.

KIEL

Jiyana Jîn û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Kielê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li qada bajarê Kîel ê Elmanyayê stand vekirin. Çalakgeran li standê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd dan nasandin û belavok belav kirin.

Li standê pankartên 'Die Kurden sind besorgt um ihren Repräsentanten Abdullah Ocalan, Wir mussen mit Sicherheit wissen, dass es ihm gut geht! (Nunerên Kurdan ji bo Abdullah Ocalan bi fikar in, divê em zanibin ku baş e!)” û “Freiheit fur Öcalan und eine politische Losung fur die kurdische Frage (Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyas) hatin daliqandin. 

MEKSÎCO CITY


Di çarçoveya Abdullah Ocalan ên Cîhanê de li Navenda Çandê ya La Resistancia ya paytexta Meksîka Meksîco City di 3’yê Cotmehê de pêşangeha “Fikir, Zikir-Çalakî” hatibû vekirin, didome.

Pêşageh ji aliyê Komîteya Piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê û xebatkarên Navenda Çandê ya La Resistancia ve hat organîzekirin û çalakiyên curbecur ên li Navenda Çandê tên lidarxistin bala beşdaran dikşîne ser xwe.

Nivîskarê Ûrûgûayî Raûl Zîbechî ku duh weke axaftvan beşdarî semînera li dijî kapîtalîzmê bû, li ser pêngava ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin nêrînên xwe parve kir. Rojnamevan Gloria Munoz Ramîrez ku beşdarî heman semînerê bû bi dîmen piştgiriya xwe anî ziman.

Nivîskar Raûl Zîbechî piştî silavkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd got: “Ez ji rayedarên dewletê daxwaz dikim ku ji bo Abdullah Ocalan ê 26 sal in di girtîgehê de ye û ev 4 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin, demildest têkevin anav tevgerê û dawî li vê rewşê bînin. Ez ji rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikim ku erkên xwe bi cih bînin û ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Ji ber ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd wê bibe gaveke girîng a aştî û azadiyê.”

Rojnamevan Gloria Munoz Ramîrez jî got, “Ez têkoşîna azadiyê ya mafdar a gelê Kurd silav dikim. Ez daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 26 sal in bi neheqî di girtîgehê de ye, dikim.” 

FREIBURG

Di çarçoveya Pêngava Tîrêjên Rojê de bi boneya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê li Rathausplatz a navenda bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê standa agahdarkirinê hat vekirin. Di standa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Nûda ve hat vekirin de danezana Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radigihîne hat xwendin û li derdorê hat belavkirin.

Welatiya eleqeyek mezin nîşanî stand dan û ji bo meşa navendî ya di 12'ê Cotmehê de li Stûttgart Lautenschlagerstrasse bi pêşengiya TJK-E bê lidarxistin bangawazî hatin kirin. Çalakiya standê ya di navbera saet 13.00-17.00’an de hat lidarxistin bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

LUZERN

Rawestgeha kampanya "Tîrêjên Rojê" ya ku Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li Swîsreyê dabû destpêkirin îro bajarê Luzernê bû.

Di standa agahdarkirinê ya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a li navenda bajêr hat vekirin de der barê komploya 9’ê Cotmehê de raya giştî hat agahdarkirin. Di heman demê de fikrên Abdullah Ocalan û îdeolojiya azadiyê ya ku afirandiye ji raya giştî re hat nasandin û li dijî tecrîd û pergala êşkenceya li ser Abdullah Ocalan tê meşandin banga hestyariyê li raya giştî hat kirin.

Pirtûkên ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê nivîsandibûn wergerî Kurdî, Elmanî û Îngilîzî hatine kirin li derdorê hatin belavkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê (CDK-Lu) Gevher Alturk li qada standê axivî.

Gevher Alturk diyar kir ku ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine ba hev û got, "Di salvegera komploya ku 26 sal derbas bûne de, Rêberê me di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye û 4 sal in agahî nayê girtin.” 

Alturk diyar kir ku ew bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a li hemberîî tecrîda mutleq şermezar dikin û destnîşan kir ku gelê Kurd heta rêberê xwe azad bike wê li qadan bin.  

Di vê çarçoveyê de bang beşdarbêna meşa navendî ya 12'ê Cotmehê li Baselê bê lidarxistin li her kesî kir.

STRASBURG

Di çarçoveya hemleya Tîrêjên Rojê ya di 26’emîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê de, Komuna Jinê ya Zîn li Qada Kleber a Strasburg ê Fransayê standa agahdarkirinê vekir.

Li standê bi qertên gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hatibên nivîsandin xistin nava kulîlkan û li derdorê belav kirin. Bi belavok û broşurên hatin amadekirin, der barê pêvajoya dîrokî ya Komploya Navneteweyî, pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û her wiha tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî hatin dayîn.

Berdevka Komuna Jinê ya Zîn Roşna Çewlîg diyar kir ku wan di çarçoveya kampanya Tîrêjên Rojê de xebatên standê li dar xistine û diyar kir ku komplo li dijî hemû gelên bindest bi taybetî li dijî jinan û gelê Kurd hatiye kirin. Çewlîg got, "Heta ku pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ji holê rabe û azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were, em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî çalakiya di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê pêk were bibin.”

FRANKFURT

Bi wesîleya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarê Haûptwache yê bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi dehan Kurdistanî û dostên Elman hatin ba hev û kon vedan.

Kurdistanî û dostên wan komplo şermezar kirin, gelek broşur û belavokên fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatibûn nivîsandin hatin belavkirin.

MANNHEIM

Bi boneya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Manheimê standa sê rojî ya agahdariyê îro li Paradeplatzê hat danîn.

Pankartên mezin yên der barê pergala komkujî û tecrîdê ya Îmraliyê de li qada standê hatin daleqandin û broşurên behsa jiyana Abdullah Ocalan dikin hatin belavkirin.

Her wiha ji bo mitînga mezin ya gel ku dê 16'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin jî bangawazî hat kirin.

MUNIH

Kurdistaniyan bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî li Munihê stand danî. Polîsên Elman mudaxeleyî standê kir û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Di çalakiyê de Kurdistaniyan belavok belav kirin û Komploya Navneteweyî û pergala qirkirinê ya li Îmraliyê teşhîr kirin.

Çalakî tevî provokasyona polîsan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

DUISBURG

Li Duisburgê jî li ser banga DKTM û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yukselê li dijî Komploya Navneteweyî mîtîng hate lidarxistin. Kurdistaniyên li ber Formu navenda bajêr hatin ba hev, ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser Komploya 9’ê Cotmehê.

BERLÎN

Ciwanên Tevgera Jinên Ciwanên Têkşer (TekoJIN) jî li paytexta Elmanya Berlînê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê ya 1998’an çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de li ser navê TekoJIN’ê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê geş bikin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

HEILBRONN

Navendek din a çalakiyên Kurdistaniyan bajarê Heilbronnê bû. Ciwanan li Kiliansplatzê bi dehan pankartên bi zimanê Elmanî yên bi gotinên Abdullah Ocalan hatibûn amadekirin, hildan. Di axaftinên hatin kirin de êşkence û qirkirina Îmraliyê ya 26 salan hat tehşîrkirin.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û dirûşme hatin berzkirin.

HAMBURG

Li Hamburgê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî Komploya Navneteweyî mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de ji bo giyanê şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.

Di mîtinê de daxuyanî hat dayîn. Endamê TCŞ’ê Ramazan Karahan daxuyanî xwend. Karahan bal kişand bi ser Komploya Navneteweyî û tecrîda mutlaq a Îmraliyê. Karahan anî ziman ku heta azadiy fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê timî li qadan bin û têkoşînê mezin bikin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

STOCKHOLM

Bi boneya şermezarkirina salvegera Komploya Navneteweyî, di çarçoveya "Pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de ciwanan li Stockholmê dest bi çalakiyên cihêreng kirin.

Ciwanên Kurd bi dostên Kurdan re, hemû kolan û dewr û barên bajarî bi afîş û pankartên azadî ji Abdullah Ocalan re xemilandin.

Di çarçoveya Rojên Abdullah Ocalan de ciwanan 50 taxên bajêr diyar kirin û dê çalakiyên xwe heta 12'ê Cotmehê berdewam bikin.

LÎMASOL

Gelê Kurd û dostên wan li bajarê Lîmasol ê Qibrisê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

 Meş bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê hat lidarxistin. Beriya meşê li kolana herî qelebalix a bajêr stand hat vekirin û bi sedan belavok hatin belavkirin.

Çalakvanên ku piştre li pêşiya navenda Çanda Kurd a Teofîlosê li hev civiyan, bi afiş û pankartên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bimre Xiyanet” hatin berzkirin.

Meşa li pêşiya Şaredariya Lîmasolê veguherî mitîngê. Siyasetmedar Lezgîn Serhat di çalakiyê de axivî. Ji aliyê endamê Meclîsa Gel a Kurd ve danezana bi zimanê Îngilîzî hate xwendin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji aliyê Meclîsa Jinê û Meclîsa Gel a Herêmê ve stand hate vekirin. Di standê de broşûrên derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin belavkirin. Di standê de banga tevlîbûna meşa di 12’ê Cotmeha 2024’an de li Frankfurtê bê lidarxistin û meşa dîrokî ya li Kolnê ku 16’ê Mijdarê bi tevlîbûna Belçîka, Hollanda, Fransa, Luksemburg û Swîsreyê bê lidarxistin, hate kirin.

LUZERN

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê di çarçoveya kampanyaya Tirêjên Rojê de bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan belgefîlma “Dîroka ji Agir” ya têkildarî pêvajoyên dîrokî ya komploya 9’ê Cotmehê hate temaşekirin.

Beriya pêşandana belgefîlmê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Dayika Aştiyê Fatma Toren axivî. Fatma Toren got: “Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê di şexsê Rêbertiya me de li dijî tevahiya gelê Kurd yê welatparêz hatiye kirin. Em komployê şermezar dikin. Bila hemû dewletên komploger bizanin ku Kurd tu carî nakevin û têkoşîan wan wê mezintir be. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bixin.”

AARAU

Li bajarê Aarau yê Swîsreyê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve belgefîlma “Dîroka ji Agir” hate pêşandan. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya salvegera yekemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û Komploya Navneteweyî nirxand.

ST. GALLEN

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê jî di çarçoveya kampanyay Tîrêjên Rojê de belgefîlma “Dîroka ji Agir” hate pêşandan. Çalakî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Helbest Koçerîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin.

 Belgefîlma “Dîroka ji Agir” li bajarên Basel û Churê jî hate pêşandan.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiyên xwendinê yên di çarçoveya Rojên Çalakiyê yên 1-10’ê Cotmehê de îro jî berdewam kir. Çalakî li Pirtûkxaneya Fahrenheitê hate lidarxistin û parçeyên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Piştî xwendina pirtûkê li ser komploya 9’ê Cotmehê û paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd nîqaş hatin kirin.