Salek û 3 meh ceza li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Xwebûnê hate birîn

Li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Di doza bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' de salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş hatibû birîn û biryar ji Dadgeha Destûra Bingehîn vegeriya bû. Di rûniştina îro ya dozê de biryar hate dayin.

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê pêk hat û Ertaş tevlî nebû. Parêzer Resûl Temûr tevlî bû û Nûnerê Herêma Amedê ya DÎSK-Basin-Îşê Hakki Boltan rûnişt şopand.

Dozger xwest ceza li Ertaş bê birîn. Parêzer Resûl Temûr jî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn bi bîr xist û got, "Muwekîlê min ji ber ku rojnamevan e di parvekirinan de hest û nêrînên xwe parve kiriye. Pesnê tundiyê nedaye. Bi dîtina min sedema bingehîn a biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî ev e." Parêzer Temûr daxwaza beraatê kir.

Heyeta dadgehê salek û sê meh cezayê girtîgehê li Ertaş birî û biryar da ku hikum paşê bê eşkerekirin.