HBDH: Berpirsyarê komkujiya Enqereyê dewleta faşîst e

HBDH got, “Berpirsyarê sereke yê komkujiya Gar a li Enqereyê dewleta faşîst e, em ê hesabê wê bixwazin.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), bi wesîleya salvegera Komkujiya Enqereyê daxuyaniyeke nivîsî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Li ser Komkujiya Gar ê Enqereyê 9 sal derbas dibe. Di vê komkujiyê de jî mîna komkujiyên beriya niha sûcdarên rastî nehatin cezakirin. Endamên DAÎŞ'ê yên navê wan di komkujiyê de derbas dibe, di êrîşên din de jî cih girtin. Berpirsê sereke û rêxistinkarê komkujiyê dewleta faşîst e, dixwaze bi demê re bide jibîrkirin."

‘JI BO BÊN KUŞTIN DEWLET HER RÊYÊ JI WAN RE VEKIR…’

Daxuyana Komîteya Rêveber a HBDH) bi vî rengî ye:

“Dîroka dewleta faşîst a dagirker, bi xwînê hatiye nivîsandin. Ji roja ewil a avakirina xwe û pê ve, li dijî gelên din her tim polîtîkayê tinekirinê meşandiye. Ermenî û Rûmiyan ji ser axên wan dan sirgûnkirin. Li dijî gelê me yê Kurd bi dehan salan e polîtîkaya komkujî û asîmîlasyonê dimeşîne. Her tim înkar, tinehesibandin û kuştin weke polîtîkayeke dewletê ya li dijî baweriyên cuda xistiye meriyetê. Mirovên me yên bi baweriya Elewîtiyê dijîn li Mereş, Sêwas û Çorumê qetil kirin. Hewl da têkoşîna mafên demokratîk bi terora dewletê re çavtirsandî bike.

Dewleta faşîst a burjûva, li dijî gelê me û şoreşgeran gelek êrîş pêk anîn. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî ji roja hatiye avakirin, êrîşê gelê me dike. Ji bilî êrîşên li hemberî gerîla û şoreşgeran, komkujiya Amedê, komkujiya Gezî, Komkujiya Pirsûsê û komkujiya Gar ê Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an bi tenê çend ji wan e.  Desthilatdariya faşîst a Îslamîst li ser xwîna gelê me xwe xwedî dike. Bi komkujî û girtinan desthilatdariya xwe didomînin.

Yek ji komkujiya herî mezin û hovane ya li Tirkiyeyê, Komkujiya Gar ê Enqerê ye ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de ji aliyê endamên DAÎŞ'ê yên destekê ji dewletê digirin ve hat kirin. Li ser banga sendîkayan û Saziyên Civaka Sivîl, bi hezaran kesên ku ji bo li Enqereyê mîtîngekê li dar bixin li hev kom bûn, 2 endamên DAÎŞ'ê xwe teqand. Di teqînê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku piştre derketin holê, çete ji bo komkujî pêk bînin, bi rehetî hatine Enqereyê. Dewletê ji bo ku çeteyên DAÎŞ’ê ev êrîş pêk bînin, hemû astengî ji holê rakiriye. Bêyî pirsgirêk di nokteyên lêgerînê re derbas bûn. Bêyî ku ti pirsgirêk rû bidin gihîştin cihê çalakiyê. Encam ji xwe li holê ye. Rûpelekî bi xwîn mîna 1'ê Gulanê, Gazî , Sêwas û hwd.. hat vekirin. Ji bo ku di nava girseya ku li mafê xwe digerin, hesab dixwazin û bi rêxistinî tevdigerin, tirsê çêbikin.

Di hilbijartinên Hezîrana 2015'an de desthilatdariya AKP a faşîst ku li pêş çavên gelê me teşhîr bû û li pêşberî berxwedana Kobanê derewên wan qediya, dengek mezin winda kir. Di hilbijartinên Hezîranê de nekarî bi tena serê xwe desthilatdariyê ava bike. Ji bo pêvajoya ku ketiye derbas bike, li dijî gelên me û pêşengên wan êrîşeke topyekûn daye destpêkirin û pêl bişkoka tesfiyeyê kir. Êrîşa topyekûn di sala 2015'an de bi komkujiya Pirsûsê re destpê kir. Li pey wê komkujî, girtin û desteserkirin li pê hev hatin.

Serokwezîrê wê demê yê AKP'yî Ahmet Davûtoglû gotibû, "Me beriya êrîşa Enqereyê û piştî wê anketek kir. Piştî êrîşê di dengên me de zêdebûnek heye' û bi vê yekê re eşkere kir ku ew xwe li ser komkujiyan xwedî dikin. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Selamî Altinok li ser pirsa rojnamevanan ka kêmasiya polîsan heye yan na, bi gotina "Qelsiya ewlekariyê nîne" parastina komkujiyê kir. Dîsa Waliyê Enqereyê destûr neda ku, lêpirsîn li hember polîsên karê xwe îhmal kirine bê vekirin. Kujer destê xwe hejandin û geriyan.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi tirsê dixwest mirovan dîl bigire. Sedema hebûna ewqas êrîşkar di sala 2015'an de, ew e ku pêvajoyeke nû ya tasfiyeyê xistin dewrê. Ji bo mirovan bi polîtîkaya terora dewletê bitirsîne û dîl rabigire. Xwestin pêşî li nerazîbûn û çalakiyên li dijî dewletê ya herî biçûk jî bigirin. Bi şîdet û komkujiyê re xwestin mirovan bêdeng bikin. Li maf gerîn, desthilatdariyê protesto kirin û rexne kirin tenê ji bo kuştin û girtinê bes bû.

'EM HÊRSA XWE BI RÊXISTIN BIKIN, BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN'

Komkujiyên li Dersim, Zîlan, Mereş, Amed û di 1'ê Gulanê de li hemberî gelên me hatine kirin, me ji bîr nekirine. Komkujiyên ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hatin kirin, komkujiyên li Amed, Gezî, Pirsûs û Gar ê Enqereyê, nayên jibîrkirin. Her komkujiyek ku pêk tê hêrsa gelên me dide der. Ev hêrsa kombûyî wê li serê dewleta faşîst biteqe. Ti komkujî wê di nava tarîtiyê de nemîne.

Di ser Komkujiya Gar ê Enqereyê re 9 sal derbas bûn. Êşa me zindî ye û hêrsa me her roj mezin dibe. Peywira li pêşiya me ev e ku em vê hêrsa mafdar a ku mezin dibe bi awayekî rast rêxistin bikin. Em dikarin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku ji roja ava bûye û vir ve li dijî gelên me polîtîkaya tinekirinê û komkujiyê dimeşîne, bi misogerkirina têkoşîna yekbûyî û yekîtiya mafan têk bibin. Wezîfeya herî girîng a hêzên yekbûyî yên têkoşînê ew e ku her kesên bi zilm û zexta fermana faşîst re rû bi rû hatî, di daxwazên têkoşîna şoreşgerî de bên ba hev. Bi vê hişmendiyê ji bo hesabpirsîna ji kujeran peywira me rêxistinî, têkoşîn û berxwedan e. Her ku berxwedana li dijî zilmê mezin bibe, wê kujer li cihê revê bigerin. Lê belê, dê cihekî wan ê ku birevin tune be. Ew ê hesabê kiryarên ku li dijî gelê me kirine, bidin."