Li Stenbolê Nobeta Edaletê ya li dijî dagirkeriyê di roja 3’an de ye

“Nobeta Edaletê" ya Stenbolê di roja xwe ya 3'yemîn de û hat destnîşankirin ku têkoşîna rêya sêyemîn divê bi dînamîkên cîvakî re bê xurtkirin.

NOBETA EDALETÊ YA LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN DESTESERKIRINÊ

Nobeda Edaletê ya ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê  ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Beyoglûyê hatibû destpêkirin di roja sêyemîn de berdewam kir. Di çalakiyê de tîşortên “Qeyûm biciheme" hatin lixwekirin û dirûşmên “Roj wê were dewran bigere AKP wê hesab gel bide" û “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Çîçek Otlu, Kezban Konûkçû û pêkhateyên Ked û Azadiyê tevlî çalakiyê bûn. Di nobetê de platformeke azad jî hat avakirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Herêma Duyemîn a Stenbolê Gîzem Kûzû ve hat dayîn. Gîzem Kûzû, polîtîkayên dagirkeriyê weke destwerdana li pêvajoya hilweşandin û hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP'ê bi nav kir û got, "Ji ber vê yekê di vê serdemê de divê em li her derê qadên têkoşîna hevpar ava bikin, mezin bikin, xurt bikin û xeta têkoşînê ava bikin. " 

‘EM HÊZA BERXWEDANA SERDEMÊ NE’

Gîzem Kûzû destnîşan kir ku divê xeta îdeolojîk-siyasî ya têkoşîna rêya sêyemîn-qonax-eniyê bi hişmendiya dînamîkên civakî bê xurtkirin û wiha got: “Divê em zanibin ku ji her demê bêhir hêza me ya rêxistinî-civakî heye. Hêza diyarker a serdemê em in; Yek ji qadên sereke yên têkoşînê ye ku wê pêşî li dagirkeriya rejîma faşîst a Kurdistanê û teslîmgirtina gelên Tirkiyeyê bigire.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, nûner jî axivîn û diyar kirin ku ew li ba gelê Kurd in û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî dagirkeriyê.

Çalakiya nobetê ya piştî çepik û dirûşmeyan bi dawî bû, wê sibe saet di navbera 19.00-22.00’an de li Qada Şîşhaneyê dewam bike.