Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin

3 endamên ESP û endameka OGK'ê yên di 19'ê Adarê de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û xebatên hilbijartinê hatin girtin.

Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ebru Yîgît, endamên PM’ê yên ESP’ê Bîrkan Polat û Hîdîr Alî Kiliç û endama Koordînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Sînem Çelebî di sibeha 19’ê Adarê de hatibûn binçavkirin. Operasyonên qirkirina siyasî yên di çarçoveya lêpirsîna li Îzmîrê de li 3 bajaran hatin kirin, li midûriyeta polîsan îro sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin. Di lêpirsîna polîsan de 4 kesan beşdarbûna 8'ê Adarê û daxuyaniyên din ên çapemeniyê de hatin pirsîn û ji ber xebatên hilbijartinê yên di xebatên hilbijartinên giştî û xwecihî de cih girtine hatin sûcdarkirin. Îfadeyên şahidên nepenî jî ji wan hatin pirsîn.

4 kesên ku dozgerî bêyî îfadeya wan bigire bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Her çar kes ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hatin girtin.