Çalakiyên Nobeta Edaletê li gelek bajaran dewam dikin

Ciwanên enternasyonalîst ên ji gelek deverên cîhanê jî piştgirî dan çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li gelek bajarahatine destpêkirin.

Ciwanên ku çûn serdana Nobeta Edaletê ku ji Mêrdînê heta Êlihê, ji Amedê heta Stenbolê li gelek bajaran dewam dike, diyar kirin ku girtîgeh veguheriye “pergala êşkenceyê” û peyama “Em bindestên weke sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan li dijî hikûmetên zalim divê em piştgiriyê bidin hev.” dan.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ku 75 roj in li Mêrdînê dewam dike.  Ciwanên rêxistinên çep-sosyalîst ên Ewropayê li ser banga Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin Kurdistanê û çûn serdana çalakgeran . Ciwanan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin daxwazên çalakgeran û anîn ziman ku ji bo berfirehkirina berxwedanê çi ji destê wan bê ew ê bikin.

Ciwanan di axaftinên xwe de zext û zordariya ku ev demeke dirêj e li ser gelê Kurd tê meşandin red kirin û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî tecrîd û zextên Tirkiyeyê rexne kirin. Ciwanan diyar kirin ku ew ê li gel dayikan bi çalakiya Nobeta Edaletê re piştgiriyê bidin têkoşînê.

Di çalakiyê de li ser navê Dayikên Aştiyê Gurbet Tekîn axivî û diyar kir ku ew têkoşîna azadiya Ocalan dimeşînin û wê bidomînin û got, "Heta Rêbertî azad nebe ne jin ne jî civak azad nabe."

Ji ciwanên enternasyonalîst Benjamin Rauch têkoşîna çalakgeran mînak girt û diyar kir ku ew piştgiriyê didin kesên ku di greva birçîbûnê de ne û kurtiye têkoşînê ew e ku ji jiyanê bi qasî ku di rêya wû de jiyana xwe ji dest didin hez dikin.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amedê hat destpêkirin di roja 109’an de berdewam dike. Beşdarên çalakiya nobetê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" daxwazên xwe anîn ziman. Xizma girtî Încî Guler pêkanînên dewletê yên li girtîgehan şermezar kir û daxwazên dayikan bi awayekî zelal anî ziman. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengiya TUAY-DER'ê di roja 51'emîn de didome. Di çalakiya nobetê ya li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr de bal kişandin ser daxwazên azadiyê û şert û mercên derveyî mirovahiyê yên li zindanan tên meşandin. Xizma girtî Herdem Koçer pêkanînên dewletê yên li girtîgehan nirxand û daxwazên dayikan anî ziman. Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, em bibin dengê girtîgehan" dewam kir.

STENBOL

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê re (MATUHAYDER) li Stenbolê hat destpêkirin di roja xwe ya 101’emîn de didome. Di çalakiya li Rêxistina navçeya Sultangazî ya DEM Partiyê de, daxwazên azadiyê û şert û mercên zindanan hatin rexnekirin. Di meşê de bênavber dirûşmên "Em ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkînin, bibin dengê girtiyan" û "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtiyan" hatin berzkirin. Çalakî ji aliyê MATUHAYDER, DEM Partiya Fatîh û rêxistinên navçeya Kuçukçekmece û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Şaxa Hejmar 4 a Stenbolê ve hat ziyaretkirin Serdan bi stranên Kurdî û Tirkî bi dawî bû.