Nobeta Edaletê ya li Stenbolê ket roja xwe ya 100’emîn

Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Stenbolê tê lidarxistin, kete roja 100’emîn.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Malbatên Girtî û Hikumxwarên Marmarayê (MATUHAYDER) tê lidarxistin.

Çalakiya nobetê 100 roj in li Rêxistina Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) a navçeya Sultangazî didome.

Li salona ku çalakî tê lidarxistin pankartên bi Kurdî û Tirkî, “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişkînin, bibin dengê zindanan” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. 

Çalakvanan berdilkên spî yên Kurdî-Tirkî nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin, gelek caran bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Zindan bên hilweşandin, ji girtiyan re azadî" û "Bijî Serok Apo” berz kirin.

Rêveberên Rêxistina Navçeya Esenyurtê ya MATUHAYDER, DEM Partiyê û gelek kes beşdarî Nobeta Edaletê bûn.

Zubeyde Încî di çalakiya nobetê de axivî û diyar kir ku gel tevî qedexeyên dewletê xwedî li Newrozê derketin û got, “Newroz di dîroka cîhanê de cejna herî kevnar e. Tevî hemû qedexe û zextên pergalê jî ev gel wê ti carî ji rastiya xwe dûr nekeve. Ez Newrozê li hemû dayikan pîroz dikim.”