BI DÎMEN

Di pîrozbahiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de peyama 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' hat dayîn

Li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li qadên Newrozê li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û li dijî dagirkeriyê peyam dan.

Newroz li 8 herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Azadî ji Rêber Apo re, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate pîrozkirin.

Li gundê Mamşûr ê Dêrikê, gundê Helîq ê Girkê Legê, gundê Dirêcîkê yê Tirbespiyê, bajaroka Hîmo yê Qamişlo, gundê Çaxirbazar ê Amûdê, Sed Xerbî (Bendava Rojava) a Hesekê, gundê Çolîstanê yê Dirbêsiyê û li Stadyuma Şaredariyê Qamişloyê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn. Her wiha di pîrozbahiyan de ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û avakirina Sûriyeke nenavendî, piralî peyam hatin dayîn.

Her wiha berxwedana gerîla û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hat silavkirin.

Di axaftinan de bal kişandin ser projeya Rêveberiya Xweser û hate destnîşankirin ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bidawîkirina dagirkeriyê ev proje rêya herî guncaw e.

Di dawiya pîrozbahiyê de komên muzîk, şano û govendê derketin ser dikê. Gel li gel stranan govend gerand.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Kobanê, Heleb û Şehbayê ji ber şert û mercên hewayê hatin taloqkirin.

Li aliyê din Kurdistaniyên li Lubnanê, dostên wan, nûnerên partî û komeleyan li herêma Damûr a Beyrûtê li derdora agirê Newrozê li hev civiyan. Qada ku pîrozbahiya ku ji aliyê Komeleya Çanda Newrozê ve hat lidarxistin, bi posterên Abdullah Ocalan, şehîd Mazlûm Dogan û alên PKK'ê hat xemilandin.