Nobetên Edaletê: Kurd paşve gav navêjin, divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin

Çalakvanên Nobeta Edaletê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobeta xwe dewam kirin û peyama "Kurd paşve gav neavêjin, divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin" dan.

NOBETA EDALETÊ

Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin dewam dike.

ÎZMÎR

Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 45’an de didome. Çalakî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Bayrakliyê hate domandin û xizmên girtiyan dirûşmên “Biji berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 

Dayika Aştiyê Perîhan Ortak di çalakiyê de axivî û xwest ku tecrîda li sr Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Ortak, xwest ku zilma li ser gelê kurd tê meşandin bi dawî bibe û wiha domand: “Gelê Kurd dê tu caran paşvegavê neavêje. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Dev ji polîtîkayên xwe yên qirêjî yên li dijî zarokên Kurd berdin. Bila bi birêz Ocalan re li ser maseyê rûnin û aştiyê pêk bînin. Em ji vir bang li her kesî dikin; destê xwe danin ser wijdana xwe. Deng bidin nobeta dayikan. Bila bizanin ku em dayik li gel zarokên xwe ne. Em berxwedana li zindanan silav dikin û serkeftinê ji gelê Kurd re dixwazin.” 

Çalakiya nobetê bi serdanan dom kir. 

AMED 

Nobeta Edaletê ya li Amedê jî ji ber pîrozbahiya Cejna Newrozê li qadê hate domandin.