Emîne Şenyaşar: Ji bo edaletê ez biçim ku derê?

Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku 6 sal in ew li benda edaletê ye. Şenyaşar diyar kir ku kesên zarokên wê qetil kirine azad in û kurê wê hê jî di girtîgehê de ye û pirsa ”Ji bo edaletê ez biçim ku derê?" pirsî.

EMÎNE ŞENYAŞAR NOBETA EDALETÊ

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, ji ber daxwaza wan pêk nehat Nobeta Edaletê veguhestibûn ber Wezareta Edaletê. Nobeta Edaletê di roja 56’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar dowîza "Deleta dereng tê zilm e. Edeleta ku malbata Şenyaşar lê digere wê rojekê ji bo her kesî pêwist bike. Nobeta me di roja 56’an de ye" hilda.
 
Şenyaşar li ber Wezareta Edaletê bang li wezîr kir û got: “Çima xwe vedişêre? Ma edelet tê veşartin? Ka zarokên min? Li nexweşxanê mirov hatin qetilkirin? 6 sal in em li benda edeletê ne. Yên zarokên min kuştin li derve ne, kurê min hîn jî girtî ye. Êşa min min ne bes e, kurê min girtin. Ez ji bo edeletê biçim ku derê?”
 
Malbatê fitara xwe li wir vekirin û dawiyê derbasî meclîsa Tirk bûn.