Malbata Şenyaşar xwest waliyê berê yê Rihayê wekî şahid bê guhdarkirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya li ber Wezareta Edaletê û ji Waliyê berê yê Rihayê Abdullah Erîn xwestin ku li dadgehê bibe şahid.

BERXWEDANA MALBATA ŞENYAŞAR

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Edaletê. Nobet, di roja 55’yan de berdewam kir û wê fitara xwe ya 6’emin li ber Wezareta Edaletê vekin.

Malbata Şenyaşar di daxuyaniya xwe ya li Meclîsê ya beriya protestoyê de bal kişand ser bêhiqûqiya komkujiyê û daxwaz kir ku waliyê wê demê û namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê li dadgehê şahidiyê bike. Malbata Şenyaşar daxwaz kirin ku raya giştî li hemberî çalakiya wan bêdeng nemîne û qala bêhiqûqiya komkujiyê kirin.

‘LI HEMBERÎ HIQÛQA SERDESTAN SERWERIYA HIQÛQÊ’

Ferît Şenyaşar anî ziman ku her kes li malê bi malbata xwe re fitara xwe vedikin  dayikek li ber wezaretê têkoşîna edaletê dide û got, "Li Tirkiyeyê li her qadê krîzên kûr hene. Bingeha vê jî bêedaletî ye. Ger li cihekî neheqî an jî bêedaletî hebe, parastin divê bêdeng nemîne. Dirûşmek paratinê heye; parêzer ne her kes e, bûyîna her kwaî red dike. Bi vê wesîleyê em bang li hemû baroyan bi taybetî jî Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê dikin; werin em piştgiriyê bidin vê têkoşîna mirovahiyê ya li ber Wezareta Edaletê tê meşandin û bêdeng nemînin. Bila em nebin alîgirê vî sûcê mirovahiyê. Li dijî hiqûqa serdestan werin, werin em hemû bi hev re dewleta hiqûqê li welat serdest bikin."

BANG LI WALIYÊ BERÊ YÊ RIHA Û NAMZETÊ AKP’Î KIR

Şenyaşar hevpeyvîna waliyê berê yê Rihayê û namzetê şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê yê AKP'ê Abdullah Erîn bi bîr xist û wiha qxivî: “Bifikirin 3 kes li nexweşxaneyeke dewletê tên qetilkirin. Bavê min li nexweşxaneyê tê lînçkirin û qetilkirin, daxuyaniya walîtiyê jî wiha ye; 'Me rê neda ku bûyer bigihêje astên girantir' Gelo rewşek ji vê girantir heye? Dikare bibe. Ez û dayika xwe li nexweşxaneyê bûn û bi awayekî mucîzeyî em xilas bûn. Parlamenterê berê yê AKP'ê yê di dema komkujiyê de li nexweşxaneyê bû, hêza xwe ya siyasî bi kar tîne. Ez ê îfadeya xebatkarekî tenduristiyê ji we re bixwînim., Dibêje; parlementerê berê yê AKP'ê li nexweşxaneyê wiha qêriyaye: 'Emir daye xizmên xwe ku bila birîndar ji nexweşxaneyê dernekevin û hemûyan bikujin'. Piştî komkujiyê parlamenter bi xizmên xwe re mîna ku tiştek neqewimî ji nexweşxaneyê derdikeve û kesên ku ev sûcê mirovahiyê kirine 4 sal û nîv in nayên darizandin. Di encama têkoşîna dayikê de 2 kes niha tên darizandin. Yek ji kesên tên darizandin birayê parlementerê berê yê AKP’ê ye. Bi vê wesîleyê em bang li waliyê namzetê şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê dikin: Heyeta dadgehê newêre ji bo şahidiyê bang te bike. Em vê yekê dizanin, her kes vê yekê dizane. Di dema walîtiyê te de me gelek caran bi me re hevdîtin kir û te got ku qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê di destê dewletê de ne. Werin û tiştên ku we dîtibûn li ber dadgehê wek şahid bibêjin. Heta ku hûn bêdeng bimînin ev zilm dê berdewam bike û ev guneh e. Daxwazên dayikan diyar in. Dixwaze komkujiya li nexweşxaneyê hatiye kirin ronî bibe û kurê wê yê ku 5 sal in bi neheqî tê girtin, bê berdan.”

'EDALETA KU DAYIK LÊ DIGERE JI BO HER KESÎ YE’

Şenyaşar anî ziman ku piştî hat ragihandin ku yek ji berpirsyarên komkujiyê  Îbrahîm Yildiz jiyana xwe ji dest daye, rewşa wan ji Wezareta Karên Hundirîn pirsîn û got, "Bersiva wezaretê ev bû, 'Hat tespîtkirin ku kesê bi navê Îbrahîm Yıldiz li Mêrsînê bi nasnameyeke sexte ket nexweşxaneyê û piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest da.' Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundirîn, biraziyê parlamenterê ku komkujî pêk anî mir. Heyeta dadgehê der barê vî kesî de biryara girtinê daye û ji Midûriyeta Nifûsê agahiyê dixwaze û dibêje li gorî agahiyên ku Midûriyeta Nifûsê ji heyeta dadgehê re şandiye Îbrahîm Yildiz ê ku komkujî kiriye nemiriye. Li ser vê skandalê ez ji parlamentoyê dipirsim; Gelo dê dadgeh li ser bersiva Wezareta Karên Hundirîn dozê betal bike yan dê li gorî bersiva Midûriyeta Nifûsê tevbigere? "Edaleta ku dayik lê digere ji bo her kesî ye."

'EZ Ê LÊGERÎNA EDALETÊ BIDOME'

Emîne Şenyaşar jî di daxuyaniyê de axivî û bi bîr xist ku bi salan e li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin û wiha got: “Em serê sibê ji Pirsûsê hatin û li ber edliyeyê dest bi nobetê kirin. Me gelek êş kişand. Em gelek caran rastî tundiyê hatin. Ev çi dewlet e, ev çi hikûmet e? Ji malbata min hevjinê min jî di nav de 3 kes qetil kirin. Lê kujer hatin berdan. Ev çi edalet e? Bi ser dikana me girtin. Êrîşî nexweşxaneyê kirin. Ev çi edalet e? Heta edalet pêk bê ez ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînim. Li pişta min emeliyat bû. Nexweşiyên min hene, lê heta kurê min derkeve ez ê erka xwe bidomînim. Ji malbata min 3 kes qetil kirin û yek ji kurê min di girtîgehê de tê rizandin. Ez ji vir naçim. Banga min ji her kesî re ew e ku piştgiriyê bidin me. Divê me bi tenê nehêlin. Bila kurê min berdin û ez ê herim mala neviyên xwe. Ez niha nexweş im, êdî nikarim bisekinim."