Çalakiyên Nobeta Edaletê dewam dikin

Çalakiyên Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê lidarxistin, dewam dike.

NOBETA EDALETÊ

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikûnxwaran re (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di roja 43’an de berdewam kir. Namzetê hevşaredariyê yê Konakê Faraşîn Gumuş, Ahmet Turk û gelek kes çûn serdana nobeta li avahiya DEM Partî ya Konakê tê lidarxistin.. Di çalakiya nobetê de bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî" û "Hiqûq edalet" hatin berzkirin. Di nobetê de stranên kurdî hatin gotin.

Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dîl tê girtin Medîne Kaymaz jî got, "Ez nobeta dayikan û berxwedana li zindanê silav dikim. Çavê her kesî wê li Newroza Amedê be. Ez dixwazim ev Newroz bibe sedema aştiyê. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Heta ku ev zilm berdewam bike dê têkoşîn bidome. Em ê serî li ber zilmê netewînin. Heta ku Ocalan azad bibe wê têkoşîna me bidome. Mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye.  Bi sedan ciwan ji bo aştî û azadiyê canê xwe dane. Ez Newrozê li her kesî pîroz dikim." 

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê di roja 106’an de ye. Di çalakiya nobetê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rezanê didome de xizmên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin.

Xizmên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan têkoşîn tê meşandin û ew dixwazin mafên gelê Kurd bên qebûlkirin û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Xizma girtiyê bi navê Senîha Atalay di serdanê de axovî û got, "Berî her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin. Tecrîda li hemû zindanan bê rakirin. Ger tecrîd rabe, wê hem li ser hev aştî pêk were. Tirkiye û li cîhanê bila ev zilm bi dawî bibe."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê di roja 72'yemîn de berdewam dike. Gelek kes çûn serdana Nobeta Edaletê û piştgirî dan çalakvanan. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya zarokên xwe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zarokên xwe bidomînin.