Doza generalê kujer kete ber demboriyê

Doza Tûggeneral Yavuz Erturk ê ku ji ber fermana qetilkirina 11 gundiyên navçeya Pasûrê dabû, bi hinceta demborî hat betalkirin.

Kujer Erturk di operasyonên leşkerî yên di navbera 8-25'ê Cotmeha 1993'an de li navçeya Pasûr a Amedê 11 welatî binçav kiribûn û careke din agahî ji wan nehat girtin. Cenazeyê kesên hatibûn windakirin di 5’ê Mijdara 2004’an de di goreke komî de hatibû dîtin.

Ji ber windakirina 11 welatiyan der barê kujer Erturk de doz hatibû vekirin. Lê ji ber "ewlehiyê" dosya sewqî Enqereyê hat kirin.

Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqereyê biryar da ku Tûmgeneral Erturk ji hemû sûcan beraet bike. Xizmên qurbaniyan îtîrazî biryarê kirin.

Dadgeha Bilind 3 sal û 5 mehan biryara dozê neda û ji ber vê yekê dosya kete ber demboriyê.

Parêzerên dosyayê destnîşan kirin ku ji bo sûcên li dijî mirovahiyê hiqûqa tahliyeyê nîne û diyar kirin ku ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Serokê Baroya Êlihê Parêzer Erkan Şenses bertek nîşanî vê dozê da û got, "Em ê bi parêzerên dosyayê, Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan û Baroya Amedê ya ÎHD'ê re serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Em ê ji bo sûcên li dijî mirovahiyê û windakirina bi zorê serlêdanê bikin."