Newroza Muglayê: Em ji bo hebûnê têdikoşin

Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Mîlas a Mûglayê de got ku têkoşîna Kawayê Hesinkar didomînin û ev tişt anî ziman: “Ev hilbijartin, roja têkoşîna li dijî desthilata yekperest, nijadperest û dijminê Kurdan e.” 

LI MÛGLAYÊ NEWROZ

Rêxistina DEM Partiyê ya Mûglayê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li navçeya Mîlasê ya Mûglayê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Pîrozbahî li qada bazarê ya girtî hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin, ji Koordînasyona Jinan a DEM Partiyê Fulya Erdogan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Qada pîrozbahiyê bi alayên DEM Partiyê hate xemilandin û jin û ciwan bi cil û bergên herêmî tev li pîrozbahiyê bûn. Ciwan bi nîşaneyên serkeftinê ketin qadê. Welatiyên patên kesk, sor û zer girtin govend gerandin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên "Newroz pîroz be" , "Bijî berxwedana zindanan" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. 
 
Pîrozbahî piştî rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên Mîlasê Newroza gel pîroz kirin. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Mûglayê Candan Susoy û Yûsûf Uludag, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Neslîşah Çetînkaya û Endama Koordînasyona Jinan a DEM Partiyê Fulya Erdogan axaftinên silavdayîn kirin û Newroz pîroz kirin. 
 
Piştre jî Parlamenter Îbrahîm Akin axivî û got ku têkoşîna Kawayê Hesinkar îro ji hêla Kawayên Hemdem ve tê domandin. Akin, wiha domand: “Desthilata îro û Dehaqê demê pir dişibin hev. Desthilata zalim îro hewl dide mafê me yê jiyanê tune bike. Li her devera Kurdistanê amadekariyên şer dike. Em jî têkoşîna xwe didomînin. Em her tim li gel aştiya birûmet bûn û dikarin li cem her kesên bi aştiyê re ne bin.” 
 
Bi domdarî Akin bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha domand: “Ev hilbijartin, roja têkoşîna li dijî desthilata yekperest, nîjadperest û dijminê Kurdan e. Em dixwazin ji bo azadî û demokrasiyê bi ser kevin. Em ê li Mûglayê, li Mîlasê, li  Bodrûmê xwedî li namzetên xwe derkevin.”
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin.
 
Piştre jî Koma Serhat, Ahmet Omur, Xecê Rojdem û Ahmet Deng derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.