Înstîtûta Kurdî: Newroz destpêka serxwebûn û azadiyê ye

Rêveberiya Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Elmanya daxuyand ku Newroz roja berxwedan û serkeftinê ye û wiha got: “Newroz destpêka serxwebûn û azadiyê ye. Newroza gelê me yê berxwedêr a 2024’an pîroz be!"

Rêveberiya Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Elmanya bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dema guhertinên xwezayê rengê berxwedan û serkeftinan werdigirin, xwe diguhezînin pîrozî û rojên serkeftinên neteweyî û got, “21’ê Adarê ji van rojan yek e.  Ji Girê Mirazan bigire hetanî tê digihîje berê mîladê sedsala heftan, ev destpêka biharê di nava gelê me de dihat zanîn û pîrozkirin. Xwerû berî mîladê di sedsala heftan de bi rêveberiya Key Xwisro (Keyaxares) li dijî êrîşên Sikîtan ê ji Bakur-Rojava û êrîşên hovane yên Împaratoriya Asûran ji aliyê başûr ve bi serhildaneke mezin serkeftinê bi dest dixin. Welatê Medya ji erîş û dagirkeriya dervayî û hovane rizgar dibe. Ev weke roja serkeftin û azadiyê li welatê Medya tê pîrozkirin. Ev roj rengê xwe di mîtolojiya ‘Kawayê Hesinkar ê li dijî Dehaq’ serketinê de dibîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewletên metînger her hewl didan ku berxwedana gel di nava xwînê de bifetisînin û wiha berdewam kir: “Bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê li ser her bihust xaka me erîşên bêbavên xwînin hebûn. Xwerû jî wehşeta li girtîgehan êdî gihîştibû hestî. Dagirkeriyê hewl dida ku giyana berxwedanê li Girtîgeha Amedê bişkêne. Mazlum Dogan ji bo êrîş û gefxwarinên kuştinan bêminetkirinê roja 21’ê adara 1982’yan bi sê niftan bedena xwe guhezand agirê Newrozê. Vê çîka berxwedanê li seranserê welêt giyana berxwedanê gur kir.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 21’ê Adarê ji hêla Yekîtiya Neteweyan sala 1966'an di civîna xwe ya giştî de 21’ê Adarê wekî "Roja tekoşîna li dijî nîjanperestî û cudakariyê" pejirandiye û wiha bi dawî bû: “Belê, Newroz berxwedan e, Newroz agir e, Newroz destpêka serxwebûn û azadiyê ye. Newroza gelê me yê berxwedêr a 2024'an pîroz be!