Rûniştina doza Tûncel û Kişanak bêyî ku dest pê bike, hate taloqkirin

Ji ber ku nehiştin kes dozê bişopînin, nerazîbûn hate nîşandan. Parêzer ji dozê vekişiyan. Rûniştin taloqî  15’ê Îlonê bû.

Doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Meletiyê hate destpêkirin.

MALBAT Û PARÊZERAN NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN

Serokê dadgehê ji ber neguncaviya eywana dadgehê destûr neda ku kes dozê bişopînin. Li ser vî tiştî bavê Tûncel Fahrettîn Tûncel got, “Heke hûn ê me nexin hundir, bila darizandin jî pêk neyê.”

Parêzer bi heyeta dadgehê re axivîn û gotin heke wê kes nikaribe were dozê bişopîne, em ê ji dozê vekişin. Ji ber ku polîs bi çek ketin hundir, parêzeran nerazîbûn nîşanî polîsan dan. Heyeta dadgehê diyar kir ku wê di dozê de ‘temaşevan’ tune be, ji ber vê jî parêzer ji dozê vekişiyan.

Rûniştin taloqî 15’ê Îlonê hate kirin.

Ji bo Kişanak heta 240 salan, ji bo Tûncel jî heta 145 salan ceza tê xwestin.