Rûniştina doza rojnamevan Akin hate kirin

Rûniştina doza rojnamevan Osman Akin hate kirin. Ji ber nivîs û nûçeyan dozger xwest ceza lê were birîn.

Derbarê gerîndeyê karê nivîsan ên berê yê rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin ji ber nûçeyên din rojnameyê de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz lê hatibû vekirin. Rûniştina pêşîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 24’emîn a Edliyeya Stenbolê hate kirin. Akin tevî parêzerê xwe tevlî dozê bû.

Dozger diyar kir ku rojnamevan Osman Akin ‘propagadaya rêxistinê kiriye’ û xwest ceza lê were birîn.

Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 24’ê Çileyê kir.