‘Roleke mezin dikeve ser milê jinan’
‘Roleke mezin dikeve ser milê jinan’
‘Roleke mezin dikeve ser milê jinan’
Jinên BDP’ê jî ji bo komcivîna ku dê di 28’ê Nîsanê de li enqereyê pêk were bang kir. Parlamentera BDP’ê Sabahat Tuncel diyar kir ku vê pêvajoyê de rolek girîng dikeve ser milê jinan.
BDP’a Stenbolê bi armanca Komcivîna ku dê di 28’ê Nîsanê de bi şîara ‘Jinan bi rêxistinkirî, rizgariya demokratîk û jiyana azad’ li Enqereyê pêk were daxuyaniyek da.
Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Tuncel , endama baskên jinan a BDP’ê Kiymet Ilgaz, endama Meclisa BDP’ê Arîfe Çinar, nûnera BDP’a Stenbolê Îlkay Yenîgun tevli civînê bûn.
HEDEF 10 HEZAR E
Kiymet Ilgaz got dê di 28’ê Nîsanê de li Enqreyê li Salona Sporê ya Taner Kişlali Komcivîna Jinan pêk bîne û got hedefa wan 10 hezar jin e.
Ilgaz got di demeke wisa de pêkanîna komcivÎnê gelek girînge û got: “ Pêşketina siyaseta demokratîk dê bi pêşengiya jinê pêk were. Hedefa me bi hêzkirina siyaseta demokratîk pêşxistina siyasetê û cih girtina jinê ye. Ji Stenbolê jî dê 3 hezar jin biçe Enqereyê.
JI HER DEMÊ ZÊDETIR PEYWIR DIKEVE SER MILÊ WAN
Sabahat Tuncel jî got ew wek BDP’ê girîngiyê didin cih girtina jinan a di siyasetê de û got kotaya jinan û pergala hevserokatiyê di vî alî de girîng e. Tuncel got bi operasyona KCK’ê ya 14’ê Nîsana 2009’an têkoşîna azadiya jinan hedef hat girtin, lê van girtinan têkoşîna me ranewestand.
Tuncel wiha got: “Tevlibûna jinan a vê pêvajoyê girînge. Ji ber vê ji her demê zêdetir peywir dikeve ser milê jinan. Ji berk u jinan her tim di şer de bedelên mezin dan. Zarokên xwe wenda kirin. jiyana wan hat texrîbkirin. Ji ber vê ji aktorên sereke yên vê pêvajoyê ne. em hemû jinên BDP’î û dostên xwe vedixwînin vê komcivînê.”