Rojnameya Yenî Yaşam hate astengkirin

Malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşam hate astengkirin.

Malpera Înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşam ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Hatayê ve hate astengkirin.

Rojnameya Yenî Yaşamê li ser astengiyê daxuyaniyek da û got: “Di van rojên ku zextên li ser muxalefet û çapemeniya azad zêde de, navnîşana yeniyasamgazetesi1.com a rojnameya me hate astengkirin. Têkildarî astengiya ji aliyê 1’emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Hatayê ve hate kirin, ev hate gotin; ‘Li ser biryara hejmara Kar a D. 25/09/2020’ê ji aliyê Saziya Zanista Teknolojî û Peywendiyan tedbîrên parastinê hatiye pêkanîn’. Lê têkildarî nûçeya mijara astengiyê aliyê me nehatiye erkdarkirin.”

Navnîşana nû ya rojnameyê wiha ye: http://yeniyasamgazetesi2.com