Rojnamevan Seda Taşkin hate girtin
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Seda Taşkin, bi sûcê “Endama rêxistinê” hate girtin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Seda Taşkin, bi sûcê “Endama rêxistinê” hate girtin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin di 20’ê Kanûna 2017’an de li Mûşê hatibû binçavkirin û di 23’yê Kanûnê de jî bi şertê kontrola adlî hatibû berdan.
Piştî berdana Taşkin dozgeriya Mûşê nerazîbûn nîşanî berdana wê kir û xwest bê girtin. Taşkin duh êvarê li Enqereyê di avêtina ser malê de hat binçavkirin û îro ew sewqî Edliya Enqereyê kirin.
Taşkin bi rêya SEGBÎS’ê îfade da Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Bedlîsê. Piştî îfadedayînê, dadger di derbarê rojnameger Taşkin de bi sûcê “Endama rêxistinê” ye biryara girtinê da.
Taşkin şandin Girtîgeha Sîncanê.