Rojnamevan Oznûr Deger hate sirgûnkirin

Rojnamevan Oznûr Deger ku li Mêrdînê dîl hate girtin, sirgûnî girtîgeha li Erzîromê hate kirin.

ROJNAMEVAN HATE SIRGÛNKIRIN

Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger ku 7'ê Sibatê li Mêrdînê di operasyona qirkirina siyasî de hate binçavkirin û piştre dîl hate girtin, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatibû bicihkirin.

Bêyî ku agahî ji xizm û parêzerên wê re bê dayin Oznûr Deger sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê hate kirin.

Malbata ku ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê neçar ma vegere.