Rojnamegerên kurd yên Ewropayê qetilkirina Germiyan şermezar kirin

Rojnamegerên kurd yên Ewropayê qetilkirina Germiyan şermezar kirin

Yekitiya Rojnamegerên Kurdistanê ya Ewropayê êrîşa li dijî rojnameger Kawa Germiyan ya li herêma Silêmaniyê pêk hat û jiyana xwe ji dest da şermezar kirin û xwestin berpirs bên darizandin.

Yekitiya Rojnamegerên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Midûrê karê Nivîsan ya Kovara Rayal ya li Başûrê Kurdistanê tê weşandin û rojnamegerê rojnameya Awene, Kawa Germiyan, di nûçeyên xwe de her tim bi îdiayên nelêrêtî û ruşvetê de çûye û rewşa siyasî  rexne dikir. Ji ber vê yekê her tim rastî gefan dihat.

Ligel ku Germiyan çendîn caran ji bo ewlehiya xwe serlêdan kiriye, ewlehiya wî nehatiye girtin.  Vê jî ji bo kujeran zemîn ava kiriye. Em wek Yekitiya Rojnamegerên Kurdistanê ya Ewropayê qetilkirina Germiyan şermezar dikin. Bila demildest rêveberiya Başûr vê cînayetê ronî bike.”

Kawa di 5’ê kanûnê de li Kelar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a navenda wê li Parîsê ye êrîş şermezar kir û got ger tedbîrên ewlehiya wî bihata girtin dê pêşî li vê kuştinê bihata girtin.

Ji  2008’an heta niha li Başûr ev dibe 3 rojnameger tên kuştin.