ROJEVA 9'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê wê bê şopandin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.
- Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dema lêpirsîn û qeydkirina dengdêrên li derveyî welat roja 12'ê Gulanê diqede.
- Sîmon Polî yê 72 salî ku demeke dirêj beriya niha ji neçarî koçî Ewropayê kir got, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de Suryanî wê dengê xwe bidin HDP'ê.
- Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz bang li Kurdistanî û hêzên demokratîk ên li Ewropayê kir ku tavilê qeyda xwe ya hilbijêriyê çêbikin.
- Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'yî û Cîgirê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar destnîşan kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de yekane navnîşana demokrasiyê; namzetê Serokkomariyê Demîrtaş û HDP ye.
- Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû, ji bo dengan ji AKP'ê re peyda bike serdana gund û eşîran dike. Welê lê hatiye ku ji bo xatirê dengan li hespê jî siwar dibe.