ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Meşa 200 enternasyonalîstan a ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê, îro ji Luksembûrgê dest pê dike. Ji gelek welatan akademîsyen û nûnerên saziyan di nav meşvanan de hene.

- Şaredara Barcelonayê Ada Colaû û zêdeyî sed şexsiyetên din jî tevlî banga kesayetên navdar ên cîhanê bûn, ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bê anîn hatibû kirin.

- Parlamentera HDP'yî Dîlek Ocalan diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya gelên herêmê di zikhev de ne û got, "Me bi saya perspektîfên Birêz Ocalan xwe gihandin vê astê."

- Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim li ber êrîşên li ser Efrînê rabû û got, "Ti ji hewldanên dagirkeriyê heta niha bi ser neketiye. Di vî şerî de yê tê biçe wê desthilatdarî be, yê bi ser bikeve jî wê gelê Efrînê be."