ROJEVA 8'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê wê bê şopandin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.
- Serokê Şaxê Amedê yê PSAKD'ê parêzer Kolûman diyar kir ku ji bo piraniya wekîlên li meclîsê bi dest bixin divê ev li hev bicivin û got, wê bi partiya ku daxwazên Elewiyan qebûl dike bimeşin.
- Artêşa Tirk û komên wê yên çete li gundê Kûrtlûk ê navçeya Şêra ya Efrînê 35 xanî û febrîqeyeke zeytê xera kirin.
- Li çiyayên Kurdistanê her çiya çeperek e, her çeper gerîlayek e û her gerîla jî çîrokeke nû ye.