ROJEVA 7'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê wê bê şopandin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.
- Parlamenterê berê yê Wanê yê HDP'yî Kemal Aktaş bi bîr xist ku dengdêrên li Ewropayê divê heta 12'ê Gulanê qeyda xwe çêbikin û got, "Ji bo têkbirina Erdogan divê em bixebitin. Ev yek ji bo me berpirsyarî ye."
- Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, çeteyên ku karê kontra dikin, tehdeyê li şêniyên Efrînê dikin ji bo bi zorê ji malên xwe derkevin. Her wiha bi êşkenceyê mirovan direvînin û dest datînin ser malên gel.
- Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz destnîşan kir ku çareserî ne li bloka faşîst a rastgir e, ne jî li blokên rastgir ên bi rengê 'çep' in. Yildiz got, çareserî HDP ye.